Kurdên Kakeyî ji UNAMI daxwaz dikin ku Pêşmerge vegere Kerkûkê

28-06-2018
RÛDAW
Rûdaw
Rûdaw
Nîşan Kurdên Kakeyî Pêşmerge Kerkûk Daxwaz UNAMI
A+ A-

Silêmanî (Rûdaw) – Kesayetên olî yên Îslamî, Zerdeştî, Kakeyî û Êzdî bi hevbeşî ji bo parastina jiyana xwe, bi taybetî ji bo parastina Kurdên Kakeyî yên li başûrê Kerkûkê daxwaznameyekê dan UNAMI ji ber metirsiya ku ji aliyê DAIŞê ve li hember wan çêbûye.

 

Endamê Encûmena Kakeyiyan Seyîd Serhed Kakeyî di civîneke çapemeniyê de ragihand: “Me di daxwaznameya xwe de ji UNAMI xwest ku jiyana Kakeyiyan li devera Kerkûkê were parastin. Çimku Kakeyî di rewşeke gelek xirab de ne, ewlehiya wan tine ye. Ji ber vê yekê me ji UNAMI daxwaz kir ku ewlehiya wan deveran bigrin ser stûyê xwe.”

 

Serhed Kakeyî diyar dike ku bû 6 meh e piştî ku Pêşmerge li Kerkûkê nema, Kurdên Kakeyî di rewşeke xirab de ne, Artêşa Iraqê jî ti car deverên wan neparastiye, Kurdên Kakeyî bi xwe, xwe diparêzin.

 

 

 

 

Serhed Kakeyî herwiha eşkere kir: “Eger Neteweyên Yekbûyî û Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqê neyên dengê me, em ê neçar bin ku deverên xwe terk bikin, ji ber vê yekê em daxwaz dikin ku hêzên Pêşmerge vegerin wan deveran.”

 

Du hefte berê, li nêzîkî Daqûqê DAIŞê êrişî gundê Zenqer ê Kurdên Kakeyî kir û Ferhad Axayê Kakeyî û çend karker birin.

 

Herwiha şeva 26ê Hezîrana 2018an çekdarên DAIŞê li sînorê Daqûqê êriş kirin ser gundekî Kakeyiyan. Li gor gotina welatiyekî, li wê deverê çekdarên DAIŞê ketin gundê Elî Sera û kesek hat kuştin û du kes jî birîndar bûn.

 

Başûrê rojavayê Daqûqê sînorê gundê Kakeyiyan e ku piştî 16ê Cotmehê DAIŞê li ser xelkê wê derê bi temamî bûye gef û her carê kesekî yan çend kesan direvînin.

 

 

Li gundên Zenqer, Elî Sera, Kobanî û Elbumihemed ku li gel gundên bin destê DAIŞê hevsînor in, di nav du mehên derbasbûyî de 11 welatî ji aliyê DAIŞê ve hatin revandin û ji wan 5 kes Kurdên Kakeyî bûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst