Asayişa Qamişlo 3 endamên Yekîtî berdan

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Qamişlo 3 endamên Partiya Yekîtiya Kurd li Sûriyê (PYKS) ji aliyê Asayişê ve serbest hatin berdan, lê hêj 3 endamên Şepêla Pêşeroja Kurd girtî ne.

 

Endamê Komîteya Herêmî ya Partiya Yekîtiya Kurd li Sûriyê, Mihemed Meisûm, ji Tora Medyayî ya Rûdaw re da xuyakirin, ku piştî 5 rojan ji girtinê, ew û kurê xwe Azad û biraziyê wî Salar ji aliyê Asayişê ve serbest hatin berdan.

 

Mihemed Meisûm herwiha got, tevî ku hêzên Asayişa Qamişlo ew azad kirine, lê belê heta niha jî hêzên Asayişê dest danîne ser xaniyekî wan li nav bajarê Qamişlo.

 

Mesûm tevahiya wan tohmetên ku arasteyî wî hatine kirin, bi nerast dide zanîn û dibêje, ku kurê wî Şêrzad tevlî Pêşmergeyên Rojava bibû, û di şerê li dijî DAIŞê de şehîd bibû, lê niha kurê wî yê din bi awayekî asayî weke her sivîlekî jiyana xwe derbas dike.

 

Partiya Yekîtiya Kurd li Sûriyê ku weke Yekîtî jî tê naskirin, partiya Fuad Elîko û Îbrahîm Biro ye û Îbrahîm Biro serokatiya wê dike.

 

Partiya Yekîtî tevî ku endamê ENKSê ye, di Îtîlafa Opozisyona Sûriyê de jî beşdar e.

 

Her du hêzên sereke yên Rojavayê Kurdistanê, Encûmena Niştimaniya Kurdî li Sûriyê (ENKS) û Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) nakokiyên kûr bi hev re hene û ji ber wê yekê jî gelek kesatî û berpirsên ser bi ENKSê ve ji aliyê desthilata Rêveberiya Xweser ve, ku ji aliyê TEV-DEMê û partiyên ser bi wê tevgerê ve hatiye damezrandin, tên girtin.

 

TEV-DEM û ENKS du rêxistinên siyasî yên kurdên Rojavayê Kurdistanê ne, ku weke sîwanekê çendîn partiyên siyasî li xwe digirin.