ÎDÎA - Leşkerên amerîkî li Girê Sipî bicîh dibin

28-06-2017
RÛDAW
Nîşan Amerîka Leşker Grê Spî Rojava
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Çavkaniyekê ji dijbereya Sûriyê ragihand, ku weke bersiva gefên Tirkiyê, dê karwaneke leşkerên amerîkî derbasî bajarê Girê Sipî yê Rojavayê Kurdistanê bibin.

 

Çavkaniya dizbereya Sûriyê îdîa kir, li hember gefên Serokomarê Tirkiyê Receb Tayyip Erdogan, ku7 gotibû ew dikarin li Sûriyê operasyonê bikin, hejmareke leşkerên Amerîkayê dê li Girê Spî werin bicîhkirin.

 

Berpirsekî Encûmena Leşkerî ya Minbicê jî ev agahî piştrast kir û ragihand: “Hejmarek leşkerên amerîkî dê li bajarê Girê Spî belav bibin. Ev tevgera Amerîkayê ya li navçeyê, bersiveke ji gefên Tirkiyê re.”

 

Beriya 2 rojan Recep Tayyip Erdogan gotibû, ku hêzên Tirkiyê bi alîkariya Artêşa Azad a Sûriyê 2 hezar kîlometire çargoşe axa bakurê Sûriyê kontrol kirine û di paşerojê de dê operasyonên wan ên li herêmê berdewam bin.

 

Erdogan ji medyaya Rûsyayê re jî gotibû, ew ti gefên li ser welatê xwe yên ji bakûrê Sûriyê tên, qebûl nakin û ew dê bi lezgînî bersiva hemû gefan bidin.

 

Tê zanîn, ku Yekîneyên Parastina Gel (YPG) di 16ê hezîrana 2015ê de bajarê Girê Spî ji destê DAIŞê derxistibû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst