FLAŞ – Bajêr vala dikin: Ji 1000 malî tenê 15 mal man!

28-06-2016
RÛDAW
Welatiyên Kurd ji ber gefa milîsên Şîe bajarê Xurmatu vala dikin
Welatiyên Kurd ji ber gefa milîsên Şîe bajarê Xurmatu vala dikin
Nîşan Xurmatu Kurd Heşda Şeibî Terikandin
A+ A-

Xurmatu (Rûdaw) – Welatiyên Kurd ji ber gefên milîsên Şîe û rewşa xirab a ewlehiyê ji bajarê Xurmatuyê derdikevin û koçberî Kerkûk û Kelarê dibin.

 

Her çend ku piştî şer û pevçûnên navbera milîsên Şîe û welatiyên Kurd û Hêzên Pêşmerge agirbest hatibû ragihandin, lê belê rewşa ewlehiya Xurmatu nebaş e û milîsên Şîe ku Hikûmeta Iraqê piştgiriya wan dike, gefan li welatiyên Kurd û welatiyên Sunnî mezheb ên Xurmatuyê dixwin.

 

Li gorî agahiyan, ji ber gefên milîsên Şîe tenê di heyama hefteyekê de zêdetirî 260 malên Kurd û Ereb ên Sunnî bi neçarî malên xwe bi cih hiştine û koçberî bajarê Kerkûkê û navçeya Kelar a ser bi parêzgeha Silêmaniyê ve bûne.

 

Pirraniya welatiyên Kurd û Ereb ên ku ji ber gefên milîsên Heşda Şeibî û metirsiyên li ser jiyana wan neçar mane Xurmatuyê biterikînin, ji her du taxên Eskerî û Tîn ên vî bajarî ne.

 

Çekdarên Heşda Şeibî gefan li wan welatiyên Kurd û Ereb dike, ku eger wan taxan vala nekin, dê werin kuştin.

 

Li gorî zanyariyan, ji ber gefên milîsan ji 1000 malên her du taxên Tîn û Eskerî yên Xurmatuyê tenê 15 mal li her du taxan mane.

 

Taxên kurdan li Xurmatuyê vala dibin

 

Welatiyekî rûniştvanê Xumratu yê bi navê Ehmed Casim ji Rûdawê re ragihand: “Em diçin bo kasibiyê. Ji ber wan gefan jî, dema ku em tên heta ku sibehî em pasevaniyê dikin weke ku me baregeha partiyekê hebe. Gef li cîranê min were kirin, wek wê yekê ye ku gef li min jî hatibe kirin.”

 

Şev 23ê Nîsan a 2016an şer di navebra Hêzên Pêşmerge û milîsên Şîe de derketibû û çend rojan ew şer berdewam bibû.

 

Piştre roja 27ê Nîsan a 2016an berpirsên Heşda Şeibî, fermandeyên Hêza Pêşmerge, Parêzgarê Kerkûkê û çend rayedarên Yekîtiya Niştîmaniya Kurdistanê (YNK) bo dawîanîna şer civiyabûn û agibst hatibû îlankirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst