Daxuyaniya YPGê li ser komkujiya Kobanî

28-06-2015
RÛDAW
A+ A-
 
Kobanî (Rûdaw) – YPGê ragihand, di êriş û şerê vê dawiyê yê Kobanî de 235 sivîl, 21 şervan û 14 karmendên asayişê şehîd bûne, 7 çekdarên DAIŞê reviyane Tirkiyê û yek ji wan jî sax hatiye girtin. 


Fermandariya YPGê ya Kobanî li ser êrişên DAIŞê yên çend rojên borî li Kobanî û operasyonên li hemberî wan hatine meşandin, daxuyaniyek nivîskî weşand. Daxuyanî wiha ye:

“Roja 25ê Hezîrana 2015ê, di saetên sibehê de komeke çeteyan ku ji 80-100 kesan pêk dihat, bi armanca ku jin, zarok, pîr û kal jî di nav de  li hemberî gelê sivîl komkujiyê pêk bînin, ketin Kobanî.

Ev koma çeteyan ji herêma Sirrînê ya li başûrê Kobanî, di rêyên veşartî de bi otomobîlan û yek bi yek derbasî herêma Kobanî bûne û li cihekî gihîştine hev. Koma çeteyan li vir kincên Artêşa Azad li xwe kirine û bi alên Artêşa Azad ji rêbendên Asayîşe derbas bûne û ketine navenda Kobanî.

Li gorî agahiyên ku ji çavkaniyên herêmî hatine bidestxistin, hinek komên çeteyan jî, ji sînorê Tirkiyê derbasî bajêr bûne. Hinek kesan jî ev yek bi çavên xwe dîtine.

Komên çeteyan dema ketine bajêr, bi dehan jin, zarok, pîr û kal qetil kirine. Di heman demê de bi dehan mirovên sivîl jî dîl girtine.
Piştî ku komên çeteyan ketine bajêr, hêzên YPG/YPJê û Asayîşê li hemberî van çeteyan operasyonek berfireh da destpekirin. Di roja 3emîn a operasyonê de piraniya çeteyan hatin kuştin, yek jî dîl hat girtin.

Ji çeteyên ku ketine nava bajêr, 7 jê reviyane aliyê Tirkiyeyê. 8 endamên çeteyan jî ber bi başûrê Kobanî ve reviyan. Di encama şopandina bi israr a hêzên me de, ji wan çeteyên ku reviyanbûn başûrê Kobanî, 2 çete li herêma Termîk, 6 jî li herêma Korpîngarê hatin kuştin.

Ji bilî 7 endamên çeteyan ên ku reviyane Tirkiyeyê, hemû endamên çeteyan ên ketine nava bajêr, hatin kuştin, çek û cebilxaneyên wan jî hatin desteserkirin.

Sedema dirêjbûna operasyonên ew bû ku bi dehan sivîl ji aliyê çeteyan ve dîl hatibû girtin.  Ji destpêka operasyonan ve bi dehan mirovên me yên sivîl ji aliyê hêzên me ve, di encama xebateke baldarî û profesyonel de hatin rizgarkirin.

Di van operasyonan de 7 rêhevalên me di nava bajêr de, 3 hevalên me li gundê Berxbotan, 11 hevalên me jî di pevçunên bejahiya bajêr şehîd bûn.

Di encama komkujiyê de li gundê Berxbotanê 23, li navenda bajêr jî 210 bi giştî 233 sivîl hatine qetilkirin û 273 sivîl jî birîndar bûne.
Her wiha 14 endamên Asayîşê, endamekî TEV-DEMê, endamekî Yekîtiya Ciwanên Rojava şehîd bûne.”


YPGê di dawiyê de gotiye, dê hesabê komkujiya Kobanî bi awayekî pir giran were xwestin. 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst