Elî Qeredaxî: Yekîtiya gelê Kurd erkekî şerhî ye


Hewlêr (Rûdaw)- Sekreterê giştî yê Yekîtiya Zanayên Misilman Elî Qeredaxî di daxuyaniyekê de dibêje ku yekrêzî û yekîtiya gelê Kurd erkekî şerhî ye.

Elî Qeredaxî daxuyaniyek derbarê rewşa niha ya Başûrê Kurdistan û Iraqê de belav kir û tê de daxwaz ji hemwelatiyên Herêma Kurdistanê kir ku di pirsên niştimanî de helwesteke wan a kurdî û niştimanperwerî hebe.

Sekreterê giştî yê Yekîtiya Zanayên Misilman herwiha tekîd li ser yekrêziya gelê Kurd û yekîtiya gotar û helwesta kurdî li dijî dijminên gelê Kurd kir û ji serkirdatiya siyasî ya Kurd xwest ku di asata berjewendiyên bilind ên gelê Kurdistanê de bin û li hember pîlanên derve yek helwest û yekgirtî bin.

Qeredaxî kontrolkirina navçeyên Kurdistanî li dervey îdareya Herêma Kurdistanê ji aliyê hêzên pêşmerge de wek “derfeteke dîrokî” dide zanîn ji bo ku ew navçe vegerin ser Herêma Kurdistanê.

Derbarê rewşa Iraqê de jî, sekreterê giştî yê Yekîtiya Zanayên Misilman ji aliyên siyasî yên Kurdistanê xwest ku nehêlin sîtemkarî li dijî ti netewe û pêkhateyeke Iraqê bê kirin, îçar çi Şîa yan jî Sune be. Herwiha got ku pêwîste danûstandin li gel kesên lîbralî ji her du aliyan berdewam bike ji bo aramî û edaletî li Iraqa Nû peyda bibe.

Sekreterê giştî yê Yekîtiya Zanayên Misilman ji desthilatdarên Bexdayê jî xwest ku li mafên rewa yên gelê Kurdistanê mukir derkeve.