Nêçîrvan Barzanî û Mîr Hazim Tehsîn Beg civiyan

28-05-2024
RÛDAW
Nêçîrvan Barzanî û Mîr Tehsîn Beg
Nêçîrvan Barzanî û Mîr Tehsîn Beg
Nîşan Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî Mîr Hazim Tehsîn Beg Kurdên Êzidî Şingal
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi Mîrê Êzidiyan Mîr Hazim Tehsîn Beg re civiya û tekez kir ku dê baştir xizmeta Êzidiyan bikin.

Serokatiya Herêma Kurdistanê da zanîn ku Nêçîrvan Barzanî  îro li Hewlêrê Mîrê Kurdên Êzidî Mîr Hazim Tehsîn Beg pêşwazî kir.

Nêçîrvan Barzanî da zanîn ku dê piştgiriya wan a ji bo Mîr Hazim Tehsîn û Êzidiyan berdewam bike.

Di civînê de behsa rewşa Êzidiyan û mafên wan ên li Îraq û Herêma Kurdistanê hat kirin.

Nêçîrvan Barzanî tekez li ser wê yekê kir ku ew dê di hemû waran de xizmeteke baştir ji Êzidiyan bikin.

Rewşa Şingalê û penaberên Êzidî û jiyana wan a di kampan de mijareke din a hevdîtinê bû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst