Çîroka tijîhêvî ya helbestvanê Kurd: Li gundan 115 pirtûkxane vekirine

28-05-2024
Abdulselam Akinci
Nîşan Devran Sînanoglu Amed Pirtûkxane Dibistan
A+ A-

Amed (Rûdaw) - Nivîskar û helbestvanê Kurd Devran Sînanoglû heta niha li 115 gundan pirtûkxane vekirine û diyariyî dibistanên wan gundan kiriye.

Ji xeynî vekirina pirtûkxaneyan, piraniya wan keç zêdetirî 3 hezar zarokan jî dide xwendin.

Nivîskar û helbestvanê Kurd Devran Sînanoglû ji navçeya Çinarê ya Amedê ye 36 salî û ne zewicandiye.

Ew mamosteyê biyolojiyê ye lê nehatiye tayinkirin.

Devran Sînanoglu niha ji bo mamostetiyê amadehiya azmûna KPSSyê dike.

Wî beşên biyolojî û edelet qedandine û beşa ragihandinê jî di pola 4emîn de terikandiye û niha jî ew li Zaningeha Anadoluyê a Eskîşehîrê beşa Zanista Siyasetê dixwîne.

Devran Sînanoglû di cûreyên wekî roman, helbest, çîrok û ceribîn yê edebîyatê de heta niha 19 pirtûk nivîsine û 19 pirtûkên wî jî hatine çapkirin.

Sînanoglu bi dahata ji 19 pirtûkên ku bi xwe nivîsine û bi hevkariya hevalên xwe û xêrxwazan li 115 dibistanên gundan yên 15 bajaran ji 2021ê heta îro 115 pirtûkxane vekirine û diyariyî dibistanên wan gundan kiriye.

“Dema derd hebe mirov li derman digere”

Nivîskar û helbestvan Devran Sînanoglu got, “Dema derdek meriv hebe meriv ji derde xwe re li dermanan digere.

Derdê min hebû. Derdê min çibû! Derdê min ew bû ku ji milete xwe re, ji însanên xwe re, ji welatê xwe û ji bajarê xwe re bi fêde bim.

Min bi destheq li dibistana Turgut Ozalê  mamostetî dikir.

Min zarokan derdixist texte min digot qala xwe û malbata xwe bikin.

Min spartek dida wan fêhm dikirin lê nikaribûn vegotana.

Min dît ku kêmasiyek heye. Ev kêmasî çi bû? Min dît derde min û derde wan yek e.

Min pirtûk da wan û gazî malbatên wan kir û min got divê hûn bi wan re eleqeder bibin û ew pirtûkên min dane wan divê li malê bixwînin.

Her ku xwendin bîra hinek tiştan kirin, her ku xwendin hinek tiştan ferq kirin û dinyaya wan fireh bû.”

Ji refên pirtûkxaneyan ta maseyên xwendinê û pirtûkên nav pirtûkxaneyê jî di tev de hemû pêwîstiyên pirtûkxaneyan ji alîyê wî ve tên dabînkirin û li wan dibistanan tên danîn.

“Piştî guherînê min got rêya min rast e”

Devran Sînanoglu wiha anî ziman:

Piştî ku min vê guherînê û pêşveçûnê di zarokan de dît min got rêya min rêyeke rast e.

Heke bi xwendina pirtûkan ev guherîn di van zarokan de çêbûbe dê bi xêra pirtûkan di zarokên din de jî heman guherîn pêk were.

Ez rabûm min veya li xwe kir kar. Li gorî xebat û hêza xwe min li gundan pirtûkxane vekir û min pirtûkan gihand zarokan.

Ji sala 2021ê de me dest bi vê xebatê kir. Di navbera 2021 - 2024an de me 115 hezar pirtûk gîhandin wan.”

Li gel vekirina pirtûkxaneyan wî rêjeyeke zêde ya enerjiya xwe jî ji bo xwendina xwendekarên kêm derfet ên keç terxan kiriye û çi ji destên wî tê ji bo wan dike.

“Piraniya wan keç ez 3 hezar û 200 zarokan didim xwendin”

Devran Sînanoglu  da zanîn ku ew zêdetirî 3 hezar zarokan dide xwendin û got:

“Li gundên Amedê ez 3 hezar û 200 zarokan didim xwendin. Nîvê pirê wan jî keç in.

Ji ber ji tunebûnê bavê min xwişkeke min nedan xwendin ew ji min re bû derd û kulek.

Ji ber wî jî min giraniya xwe daye ser keçikan. Min dahata wan pirtûkên xwe bexşandiye ji bo wan keçikan.

Ji salê heta salê defter, jêbir, qelem, çente, cil, sol, mont, çi pêwîstiyên wan hebin mamosteyên wan xwe digihînin min em dabîn dikin ji wan re dişînin.

Ne ew min dibinin ne jî ez wan dibinim.”

Sînanoglû tene li Amedê 102 pirtûkxane vekirine û ji bo vekirina çend pirtûkxaneyên din jî kar û xebatên wî dewam dike.

Bi vê hewla wî navê wî li hemû dibistanan belav bûye û ji dibistanên gelek bajarên din jî ji bo vekirina pirtûkxaneyan bi rêya medyaya civakî jê daxwaz tên kirin.

“Xwezî li her bajarî tişteki wiha hebûya”

Devran Sînanoglu wih pê de çû:

Pirtûkên ku em dixin pirtûkxaneyan, bi piranî çîrok in, helbest in, roman in û li gorî dibistanên seretayî, navîn û lîseyan in.

Klasîkên Tirk û cihanê ne. Xwezî li her bajarek tişteki wiha hebûya, xwebexş hebûna vî karî bikirana ji welat û însanan re xizmet bikirana.”

Devran Sînanoglu dibêje heta ku hêz û enerjiya wî têrê bike hedefa wî ya sereke dê ew be ku li hemû dibistanên gundan ên Amedê û navçeyên wê pirtûkxane veke û dûv re jî bere xwe bide dibistanên gundên 80 bajarên din.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst