Wan - Di hefteyekê de 220 koçber hatine desteserkirin

28-05-2024
RÛDAW
Nîşan Wan Koçber Desteserkirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê di nav hefteyekê de 220 koçber hatine desteserkirin.

Parêzgariya Wanê ragihand ku di encama oparasyonên li dijî koçberan de, di navbera 20-26ê Gulanê de 220 koçber hatine desteserkirin.

Parêzgariyê ragihand ku hêzên ewlehiyê koçberên desteserkirî birin Navenda Koçê ya Wanê.

Li gorî daxuyaniyê bi tohmeta qaçaxçîtiya koçberan jî derbarê 13 kesan de lêpirsîn hatiye destpêkirin.

Rojane li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê gelek koçberên ku dixwazin di ser wî welatî re derbasî welatên Ewropayê bibin ji aliyê polîs û cendirmeyan ve tên girtin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst