Yekî ji xizmetkarên herî kal ên Lalişê koça dawî kir

28-05-2024
RÛDAW
Nîşan Şêx Mîrza Xetarî Perestgeha Lalişê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Yekî ji xizmetkarên herî bitemen ê perestgeha Lalişê Şêx Mîrza Xetarî wefat kir.

Kurê Şêx Mîrza Xetarî, Îskan Şêx Mîrza eşkere kir ku bavê wî hemû temenê xwe ji bo perestgeha Lalişê û baweriya Êzidiyan terxan kiribû.

Îskan Şêx Mîrza li ser mirina bavê xwe ji Rûdawê re got:

"Ti nexweşiyq bavê min tunebû. Piştî nîvroyê got, ‘Serê min diêşe’ û me ew bir Nexweşxaneyê Şêxanê.

Lê li wê nexweşxaneyê koça dawî kir.”

Şêx Mîrza Xetarî sala 1931ê ji dayik bûye.

Di 13 saliyê de dest bi xizmeta perestgeha Lalişê ya Êzidiyan kiriye.

Berpirsê Ofîsa Lalişê yê Xetarê Xanim Şemo Xetarî jî ji Rûdawê re eşkere kir ku Şêx Mîrza yek ji xizmetkarê Lalişê yên herî berbiçav bû û wî qewl jî digotin.

Şêx Mîrza bavê 4 kur û 4 keçan e.

Cenazeyê wî îro li gundê Xetarê yê girêdayî nahyeya Elqûşê ya Dihokê hat veşartin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst