Li Êlihê 9 kes ji ber parvekirinên mustehcen hatin desteserkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Êlihê ya Bakurê Kurdistanê 9 kes ji ber parvekirinên mustehcen ên li ser medyaya civakî hatin desteserkirin.

Parêzgariya Êlihê ragihand ku hêzên ewlehiyê yên Tirkiyeyê li wî bajarî li dijî hîn kesan bi tohmeta  “parvekirinên mustehcen û destdirêjiya zarokan” lêkolînek da destpêkirin.

Di çarçoevaya lêkolînê de hat tespîkitin ku 9 kesan li ser platformên medyaya civakî ji hin kesên din re dîmenên mustehcen ên zarokan şandine.

Hêzên ewlehiyê di operasyonekê de bi ser çend navnîşanan de girt û 9 kes desteser kirin.

Hat zanîn ku 4 ji kesên wan Sûriyeyî ne.

Hêzên ewlehiyê kesên destserkirî birin Rêveberiya Ewlehiyê ya Êlihê.

Li wê derê karûbarên yasayî derbarê wan derdewam dikin.

Herwiha di operasyonê de dest bi ser gelek materyalên dijîtalî de jî hat girtin.