Serok Barzanî û Jeanine Plasschaertê rewşa herêmê gotûbêj kir
Hewlêr (Rûdaw) – Serok Mesûd Barzanî û Nûnera Taybet a Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî ya Îraqê Jeanine Plasschaert civiyan
Li gorî malpera Serok Barzanî, Jeanine Plasschaertê ji ber bi dawîbûna erkên xwe yên li Îraqê û ji bo xatirxwestin û malavayîkirinê Serok Barzanî ziyaret kir.
Di hevdîtinê de rewşa herêmê û pêşhatên dawî yên li Îraq ûHerêma Kurdistanê hatin gotûbêjkirin.
Serok Barzanî ji ber erk û keda wê spasiya Jeanine Plasschaertê kir.
Serok Barzanî behsa rola Jeanine Plasschaertê ya li Îraqê jî kir û da zanîn ku ji bo aramiya Îraqê û li hevnêzîkkirina aliyan û çareserkirina pirsgirêkan roleke wê ya cidî hebûye.
Serok Barzanî herwiha hêviya serkeftinê di erk û karên nû yên Jeanine Plasschaertê de xwest.