Serok Barzanî û Jeanine Plasschaertê rewşa herêmê gotûbêj kir

28-05-2024
RÛDAW
Nîşan Serok Mesûd Barzanî Jeanine Plasschaert Neteweyên Yekbûyî (NY)
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serok Mesûd Barzanî û Nûnera Taybet a Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî ya Îraqê Jeanine Plasschaert civiyan

Li gorî malpera Serok Barzanî, Jeanine Plasschaertê ji ber bi dawîbûna erkên xwe yên li Îraqê û ji bo xatirxwestin û malavayîkirinê Serok Barzanî ziyaret kir.

Di hevdîtinê de rewşa herêmê û pêşhatên dawî yên li Îraq ûHerêma Kurdistanê hatin gotûbêjkirin.

Serok Barzanî ji ber erk û keda wê spasiya Jeanine Plasschaertê kir.

Serok Barzanî behsa rola Jeanine Plasschaertê ya li Îraqê jî kir û da zanîn ku ji bo aramiya Îraqê û li hevnêzîkkirina aliyan û çareserkirina pirsgirêkan roleke wê ya cidî hebûye.  

Serok Barzanî herwiha hêviya serkeftinê di erk û karên nû yên Jeanine Plasschaertê de xwest.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst