Erzingan - Agir bi otomobîlê ket: Kesek di nav de şewitî

28-05-2024
RÛDAW
Nîşan Erzingan Qeza Otomobîl Mirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parîzgeha Erzinganê ya Bakurê Kurdistanê otomobîlek li hesinên kêleka rê qelibî û agir pê ket, kesek mir kesek jî birîndar bû.

Berê sibeha îro li ser rêya navbera Erzingan û gundê Tevê yê navçeya Tortimê ya Erziromê otomobîla ku K.A. diajot ji rê derket û li hesinên kêleka rê qelibî û agir bi otomobîlê ket.

Welatiyên derdorê şofêrê birîndar ji otomobîlê derxist.

Lê S.F. yê ku nekarîn ji otomobîlê derxînin di nav agir de ma û canê xwe ji dest da.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û parastina sivîlan çûn cihê bûyerê.

Tîmên tenduristiyê şofêrê birîndar bir Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Erzinganê.

Agir ji aliyê tîmên parastina sivîlan ve hat vemirandin.

Termê S.F. yê ku di otomobîlê de şewitî piştî pişkinînên ji aliyê Dozgeriya Komarê ve, tîmên tenduristiyê ew bir morga Nexweşxaneya Erzinganê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst