Nêçîrvan Barzanî pîrozbahî li Erdogan kir

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi helkefta serkeftina wî di hilbijartina serokkomariya Tirkiyê de, di peyamekê de pîrozbahî li Recep Tayyip Erdogan kir.

Di peyama xwe de, Nêçîrvan Barzanî dibêje: “Ez bi navê Herêma Kurdistanê bi helkefta hilbijartina birêz Recep Tayyip Erdogan wek Serokomarê Tirkiyê pîrozbahiyê li wî dikim.”

Nêçîrvan Barzanî herwiha dibêje: “Ez hêvî dikim ku ji bo zêdetir pêşdebirina peywendiyên di navbera Herêma Kurdistanê, Iraq û Tirkiyê de bi hev re kar bikin.”