Li Efrînê di navbera çekdarên Siltan Mûrad û polîsên serbazî de şer derket

Hewlêr (Rûdaw) - Li gundê Dûdiyan ser bi Efrînê, şer û pevçûn di navbera çekdarên grûpa Siltan Murad û Polîsên serbazî yên ser bi Tirkiye de derket di encam de 3 çekdarên Siltan Murad hatine kuştin û 4 çekdarên din birîndar bûn.

Li gor Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirov, roja 27ê Gulanê, li gundê Dûdiyan ser bi Efrînê, dema polîsên serbazî xwestin dewriyeke çekdarên grûpa Siltan Murad li ser xala kontrolê pişkinîn bikin, wan çekdaran red kiriye piştre şer û pevçûn di navbera çekdarên grûpa Siltan Murad û Polîsên serbazî yên ser bi Tirkiye de derketiye di encam de 3 çekdarên Siltan Murad hatine kuştin û 4 çekdarên din birîndar bûn, piştre birîndar bo Tirkiye hatin veguhestin û çekdarên kuştî bo bajarê Babê li rojhilatê Helebê hatine birin.

Li gor heman çavkaniyê, sedema sereke ya şer û pevçûna di navbera çekdarên grûpa Siltan Murad û Polîsên serbazî de nedayîna mûçeyan çekdaran bû.

Nîsana 2022an jî, li bajarê Efrînê şerekî giran di navbera çekdarên grûpa el-Mutesem û çekdarên Firqeya 9ê ser bi Trikiye derketibû, di encam de 2 çekdar hatibûn kuştin û 10 çekdarên din birîndar bûbûn, li gel dîlgirtina gelek çekdaraên Firqeya 9ê û destdanîna wan ser hemû pêgehên wan ji aliyê çekdarên Mutesem ve.