CHP hewla bidestxistina dengên Kurdan dide

28-05-2022
Rawîn Stêrk
Rawîn Stêrk
Wêne: Rûdaw
Wêne: Rûdaw
Nîşan CHP Wan Komxebat Kemal Kiliçdaroglu Ekrem Îmamoglu Dengên Kurdan
A+ A-

Wan (Rûdaw) - Partiya Komarî ya Gel (CHP) beriya hilbijartinan mesaiya xwe ya di gel dengdêrên Kurd germ û zêde dike. Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu tevî hemû şaredarên partiya xwe, hejmarek zêde parlementer û serkirdeyên partiya xwe li wanê ye.

CHP ewê komxebateke 3 rojan ya şaredariyan li Wanê birêve bibe, digel pêşeng û karsazan bike. Di roja ewil de jî şaredar û erkdarên CHPyî li hemû navçe û navenda Wanê seredana xelk û esnafan kir. Li nava bajêr eleqeya berî zêde jî bo Ekrem İmamglû bû

İmamoglu û hemû şaredarên din yên CHPyî ji bo Komxebata Şaredariyan li Wanê ne. CHP di dîroka xwe de cara ewil bi tîmeke ewqasî mezin li bajarekî Kurdan e. Hejmara şaredar, parlementer, û berpirsên din yên ku bi wan re ku hatine Wanê derdora 2 hezar kes e.

Şaredarê Stenbolê Ekrem İmamoglû dibêje “Em Tirk û Kurd bi hev re emê karibin karên gelek baş bikin. Ji bo min rûmeteke gelekî mezin e ku ew du roj in em birayên xwe yên Wanî re ne, derdên wan diaxivin û vê kêfxweşiyê dijîn. Emê du rojên din jî liv ir in û xwedê şahide ew bo min şanazî û rûmeteke gelekî mezin e.”

Beriya hilbijartinan CHP hewl dide navbera xwe û dengdêrên kurd xweş bike lê hîna jî tu wead yan peşniyazek vê partiyê nîn e bo çareseriya pirsa kurd, perwerdeya bi zimanê zikmakî û hwd.

Cîgirê Serokê CHP pirsa me ya li ser vê babetê bi hevokên ku reçeteyeke li gor daxwaza dengdêrên Kurd li xwe nagire dibersivîne.

Cîgirê Serokê CHP Seyît Torûn got “Weke ku em her tim dibêjin em li vî welatî bi hev re dijîn. Em neçar in ku em aş bibin, li hev bên heqê xwe li hev helal bikin. Helbet raste ku di rabirdûyê de hin êş çêbûne, kemasî û xeletî çêbûne lê emê xema wê yeke de bin da em bi hev re hilberînin bi avayekî adilane parve bikin û pêkvejiyanê cîbicî bikin. Emê demokrasi aştî û azadiyê serdest bikin û tu tiştek jî nîn e ku em çareser nekin.”

Xelkê wanê bo hatina CHP xweşhal e bes bo piştgira vê partiyê jî hevoka ku ji dwvê herkesî derdikeve hema bêje yek e.

Hesen Tekmen diyar kir “Bo me ferq nake. CHP dibe, AKP dibe, MHP dibe hemû yek in. Çinkû partiya me diyar e, fikra me diyar e. Em çi dibêjin, me her tişt hêla ye. Çima Selahattîn Demîrtaş niha girtî ye. Bila ew jî weke van şaredaran karbiya ji xwe re bigeriya.”

Reşît Toprak ragihand “135 şaredar û parlementerên me girtî ne. Aha Selahattîn Demîrtaş belesebeb di hundir de ye. Çima…bila îmamgolû wî berde emê denge xwe bidinê.”

Mehmet Ahmacan dibêje “Kurdan bêaqil dihesibînin tu dizanî. Miletê me dixapînin. A binêre Selahattîn Demîrtaş di hundir de ye. Divê miletê me xwe şaş neke.”

Piştî gera şaredaran Kiliçdaroglu li balefirgehê hat pêşwazîkirin. Du jinên ku cilûbergên Kurdî lê ne, bi xwerinên herêmî xêrhatina wî dikin. Kılıçdaroglû û tîma pê re ewê 3 rojan gelek bername û hevdîtinan bikin û haziriyên xwe bo hilbijartinan jî li vir raxin ber xwe.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst