Xwendekarên Beşa Şêwakariyê li Çiyayê Cûdî wêneyê keştiya Nuh xêzkirin

28-05-2022
RÛDAW
Xwendekarên Beşa Şêwakariyê li Çiyayê Cûdî wêneyê keştiya Nuh xêzkirin
Xwendekarên Beşa Şêwakariyê li Çiyayê Cûdî wêneyê keştiya Nuh xêzkirin
Nîşan Cûdî Şirnex Keştiya Nûh
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hejmareke geştyaran li gel hejmareke xwendekarên beşa Şêwekariyê ya Zanîngeha Şirnexa Bakurê Kurdistanê di çarçoveya Festîvala Hunerê ya Cûdî de serdana beşa Keştiya Nûh a li Çiyayê Cûdî kirin. Li gorî baweriyan Keştiya Nûh di serdema tofanê (lehiya mezin) de li lûtkeya Çiyayê Cûdî rawestiya ye. Xwendkarên Beşa Şêwakariyê li Çiyayê Cûdî wêneyê Keştiya Nuh xêzkirin.

Çiyayê Cûdî yek ji çiyayên mezin ên Bakurê Kurdistanê ye û dikeve sînorê parêzgeha Şirnexê. Ev çiya  ji aliyê 3 olên sereke yên wek Îslam, Krîstiyanî û Cihûtiyê ve wek cihekî pîroz tê dîtin.

Tîmên erbanê li lûtkeya çiya bi def û cilûbergên Kurdî stranên folklora Kurdî gotin. Di nav wan de geştiyarên ji welatên biyanî jî hebûn û bi dîtîna Çiyayê Cûdî kêfxweşiya anîn ziman.

Xwendekara ji Romanyayê Maria Ionescu got, “Ez cara yekem hatim vê derê. Bo min derfeteke mezin bû. Min dia kirin. Spas bo xwedê ku hatim vê derê û ez dê careke din jî bêm. Cihek gelek xweş e bila misliman û krîstiyan bi hev re dia bikin.”

Xwendekarên beşa Şêwekariyê yên zanîngeha Şirnexê jî bi firçeyên xwe wêneyê Keştiya Nuh Pêxember ji cihê wê  xêzkirin.

Xwendekarê Beşa Şêwekariyê Sefer Tan anî ziman, “Ez careke yekem e hatime vê derê. Dîtina Çiyayê Cudî û xêzkirina fîgûrên li vir ez  gelek kêfxweşkirim.”

Çiyayê Cûdî yek ji çiyayên mezin ên Bakurê Kurdistanê ye û dikeve sînorê parêzgeha Şirnex û navçeya wê ya Silopî û bilindahiya wê ji asta deryayê 2 hezar û 89 metre ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst