Ahmet Ozer: Eger CHP bixwaze bibe desthilatdar divê dengê Kurdan werbigire

Hewlêr (Rûdaw) - Prof. Dr. Ahmet Ozer ragihand ku di dema borî de gelek serkirdeyên Tirkiyê derbarê çareseriya pirsgirêka Kurdrd de gava destpêkê avêtine, lê berdewamiya wê neanîne û got: “Tenê gotin têrê nake. Birat (biratiya Kurd û Tirkkan) bi gotin û gotinan nabe. Divê di destûra bingehîn de bê nivîsandin. Ya yekem ziman û ya duyem jî siyaseta rêveberiyê ye.”

Partiya Komarî ya Gel (CHP) li Wanê di bin serokatiya Serok Kemal Kiliçdaroglu de bi beşdariya 225 şaredaran ku 11 ji wan şaredariyên bajarê mezin in, "Komxebata Şaredaran" li dar dixe.

Siyasetzan û civaknas Prof. Dr. Ahmet Ozer ji Rûdawê re li ser komxebatê û polîtîkayên dawî yên CHPê yên derbarê çareseriya pirsgirêka kurd de nirxand.

“CHP berê xwe ji Kurdan dûr xist”

Prof. Dr. Ozer, da zanîn ku xelk di nav de ew jî li bendê bûn ku Serokê Giştî yê CHP'ê Kiliçdaroglu di daxuyaniya xwe ya li komxebatê de behsa pirsgirêka kurd bike, lê wî derbarê vê mijarê de tiştek nedîtin û nebihîstin.

Ozer diyar kir ku li Tirkiyê ji sala 1950an ve ti alî bêyî dengên Kurdan nekarîne bibin desthilatdar û got: “CHPê jî berê xwe ji sê koman dûr xist. Yek ji wan jî Kurd bûn. Ya duyemîn koma olî ya dilpak û ya sêyem jî hêjarên ku li taxên dervey bajaran dijîn bûn. Partiyeke ku ji xwe re dibêje sosyaldemokrat divê ji van beşan dengan bigire."

Ahmet Ozer, da zanîn ku Kiliçdaroglû dema bû serok xwest hin tiştan biguherîne û got, “Lê belê damarên neteweperestiyê yên di nava CHPê de li ber vê yekê rawestiya. Kiliçdaroglu dem bi dem hin gavan davêje, lê disekine. Berê jî gotibû `Pirsgirêka Kurd heye, em ê çareser bikin`. Bi rastî, me li vir jî hêvî dikir ku peyamek weha bide. Hat Wanê pêwîst bû bigota, 'Erdogan dibêje pirsgirêka Kurd nîne, lê di bernameya me de heye û em dê çareser bikin'. Lê mixabin me gotinek wisa nebihîst."

"Dengên CHPê zêde bûne, lê têrê nake"

Di berdwamiya axavtina xwe de Ozer got: “Li Wanê HDPê heta niha ji sedî 55 yê dengên werdigirt, lê niha wisa xuya dibe ku ew rêje gihîşte ji sedî 60. AK Partiyê ji sedî 30 deng girtibû, lê niha daketiye bin ji sedî 20. CHPê jî ji sedî 7-8 dengên xwe hebûn, lê niha bo ji sedî 15-16 zêde bûye, lê ev têrê nake. Eger CHP du tiştan bike dikare bibe desthilatdar. Pêşî, Navenda Giştî ya Partiyê çareser bike. Ez bi Cîgirê Serok re jî axivîm; Wek mînak Cîgirê Serokê Giştî yê CHPê Oguz Kaan Salici serdana Herêma Kurdistanê kir. Ev yek li vir bû sedema heyecaneke mezin. Maseyê rojhilat damezrandin. Meselê tînin ziman. Kiliçdaroglu û CHP dibêjin pirsgirêka Kurd heye û em ê çareser bikin. Her wiha di demekê de ye ku Erdogan dibêje pirsgirêk nîne, ev jî dibe sedem ku gel bi heyecan û meraqeke zêdetir guhdarî bike.

Lê li vir du tişt hene; heya niha, gelek serkirdeyên Tirkiyê li ser vê pirsgirêkê axivîn. Demîrel di sala 1991an de hat Amedê û got, `ez rastiya Kurd nas dikim`. Piştî vê yekê deng jê derneket. Çiller behsa modela Baskî kir, lê piştre bêdeng ma. Mesut Yilmaz got, `Rêya Yekîtiya Ewropayê di Amedê re derbas dibe" lê paşê bêdeng ma. Heta Mehmet Agar jî got, `Bila yên li çiyê werin li deştê siyasetê bikin` û ev jî hat jibîkirin. Erdogan di sala 2015an de li Amedê gotibû “Pirgirêka Kurd heye û ev pirsgirêka min e jî û ez dê çarser bikim.` Lê niha dibêje nîne. Ji ber vê tenê gotin têrê nake. Kurd çi dibêjin? Dibêjin mafê birayên me yên Tirk çi dibe, em heman tişt dixwazin, ne zêde ne jî kêm. Ev bi gotinan ne pêkan e. Biratî bi gotinan nabe. Divê di destûra bingehîn de bê nivîsandin, maf û hiqûqa wê di makeqanûnê de bê diyarkirin. Ev çî ye? Ya yekem ziman û ya duyemîn jî siyaseta îdarî ye.”