Li Efrînê fermandarên grûpa Hemzat xelkê gundekî wek xizmetkar dixebitîne

28-05-2022
Hisên Omer
Li gundê Kîmarê yê herêma Efrînê, Tora Medyayî ya Rûdawê dîmenên herî nû ji nav gund wegirtin
Li gundê Kîmarê yê herêma Efrînê, Tora Medyayî ya Rûdawê dîmenên herî nû ji nav gund wegirtin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li gundê Kîmarê yê herêma Efrînê,2 fermandarên grûpa Hemzat bi dehan xelkê gund wekî xizmetkar ji xwe re dixebitînin. Li gorî Rêxistina Mafên Mirov li Efrînê, Ramî el-Betran, fermandarê grûpên tund û tûjî li dijî 6 gundiyan bikar aniye.

Li gundê Kîmarê yê herêma Efrînê, Tora Medyayî ya Rûdawê dîmenên herî nû ji nav gund wegirtin.

Li wî gundî, 2 fermandarên grûpa Hemzat xelkê gund wekî suxreçî ango xizmetkar ji xwe re dixebitînin. Li gorî Rêxistina Mafên Mirov li Efrînê, Ramî el-Betran tund û tûjî li dijî 6 gundiyan bikar aniye ku ew Idrîs Xelîl Mihemed, Ciwan Memdûh Hisên, Ciwan Remedan Derwîş, Şahîn Ekrem Nebo. Ebdo Ehmed Yûsif û Kilmaz Mûrad Mihemed in.

Mistefa Şêxo, çalakvanê Efrînê hûrgiliyên bûyera tund û tûjiyê ji Rûdawê re vegotin û got: “Cemîl Hac Mûsa Ebû zuhêr fermandarekî Hemzat e, fermana bikaranîna traktorên xelkê bê beramber daye.”

Besam Ehmed, Rêveberê Rêxistina Sûriyên ji Bo Dadmendî û Rastiyê ji Rûdawê re got,  berpirsiyariya van binpêkirinan li stûriyê Tirkiyê ye.

Rêveberê Sûriyên ji Bo Dadmendî û Rastiyê Besam Ehmed dibêje: “Berpirsiyariya sereke ya parastina xelkê herêma Efrînê, li gorî yasaya navdewletî, berpirsiyariya Tirkiyê ye. Tirkiye wekî hêzeke dagîrker li Efrînê ye, berpirsiyarriya wê di parastina maf, ewlehî û silametiya nişteciyan de heye. Tişta li vê herêmê dibe, berûvajî vê yekê ye. Destê van grûpên çekdar hatiye berdan ku piraniya binpêkiriên kird li dijî Kurdan bikin, di nav de girtin û bêserûşûnkirin."

Gundê Kîmarê li navçeya Şêrawa li başûrê Efrînê ye û beşeke mezin ji nişteciyên wê Kurdên Êzidî ne. Gund bi şûnwarên xwe yên dîrokî tê naskirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst