Li gundeke Elewiyan rojê 5 caran mela bang dide

28-05-2022
Ali Haydar Gozlu
Bangê bi dengê bilind bûye sedema karvedana Elewiyên Dêrsimê
Bangê bi dengê bilind bûye sedema karvedana Elewiyên Dêrsimê
A+ A-

Dêrsim (Rûdaw) - Li bajarokê Pirdesorê yê girêdayî navçeya Pilemurê li parêzgeha Dêrsima Bakurê Kurdistanê, van rojan babeta serekî banga mele ya bi dengê bilind e. Li wî bajarokê ku hemû niştecihên wê Elewî ne, rojê 5 caran mela bang dide û Elewiyên wî gundî ji dengê bangê bêzar bûne.

Bajorêkê Pirdesorê yê girêdayî navçeya Pilemurê Dêrsimê  tevî ku hemû niştecihiyên bajarok Elewî ne û ti nişteciyek sunne lê nîne, lê  ji sîstema deng a navendî ya bang a vê mizgeftê rojê 5 caran bi dengê bilind mela bang dide.

Ev yek bûye sedema karvedanên xelkê navçeyê. Xelkê bajarok dibêjin ew ne li dijî mizgeftê û bangê ne, lê divê rêz li baweriyên wan jî bê girtin.

Welatî Kemal Dogan dibêje: “Dema ku bang tê xwandin hûn dê nerazînûnê bibînin, ji ber ku dengekî bilind û mirov aciz dike ye. Em ne li dijî nimêja mizgeftê ne, em ne li dijî tu baweriyekê ne, em heta dawiyê rêzdar in, mirov çi bawer bike jî, lê belê dewlet, ev kes ewqas pirsgirêk hene, li şûna ku bi wan re mijûl bibe, bi mizgeftan re mijûl dibe. Ya ku em em jê bawer dikin ev e; têgihiştina Îslamê ya Sunnî ji bo asîmîlekirina gelan weke amûreke zilmê bi kar tînin. Yên ku dixwazin biçin mizgeftê bila biîin mizgeftê û yên ku dixwazin biçin dêrê jî bila biçin dîrî. Lê divê ew têgihîştina monîst wekî amûrek zextê li ser baweriyên din bikar neynin.”

Ew mizgeft piştî darbeya leşkerî ya 12ê Îlona 1980ê hatiye avakirin û bi ti awayî nayê bikaranîn. Miftîtiya Dêrsimê vê Remazana derbasbûyî sîstema bang li ser banê mizgeftê daniye. Lê tevî nerazîbûnên xelkê  ew sîstem nehatiye rakirin. Bi gotina xelkê  dengê bang bi qest hatiye bilind kirin û bi zorê bi wan tê guhdarkirin.

Welatî Duzgun Kiliç jî got: “Ev yek di baweriya me de nîne. Em heta niha qet neçûne mizgeftê û me nimêj nekiriye. Lê em ji her baweriyê re rêzê digirin, çi Xiristiyan û çi ateîst be. Binêrin, li vir cimaet tune ye, ji ber ku kes tune ye, here mizgeftê. Dengê azanê bilind dikin, em nikarin li hundurê malê bimînin. Ew deng bi taybetî zêde bilind dikin.”

Endamê  Federasyona Komaleyên Dêrsimê Îsmaçl Aslan jî dibêje: “Vê yekê di meha Remezanê de dest pê kir, xelkê ji tirsa dengê xwe bilind nekir. Min jî ev rewş dît û ez pê aciz bûm. Di baweriya kirmanckî û Elewiyan de, heta di Quranê de bang tune ye. Ev asîmîlasyon, zilm e û heqareta baweriya me ye. Ji ber vê dîktatoriya piştî darbeyê hemû xelkê me bêzar bûye, gelê me ditirse.”

Beşek ji Welatiyên Elewî jî vê helwêsta Mîftitiyê wek bêrezî û sivkatiyek li dijî baweriyan bi nav dikin û ji aliyên peywendîdar daxwaz dikin ku ev pirsgirêk bê çareserkirin.

Welatî Alîşan Karaslan wiha axivî: “Bi xwendina vê ezanê ji me re dibêjin, werin nimêjê. Lê em Bektaşî ne, em Elewî Kurd in, em nimêj nakin, eger Cemxane hebûya em dê biçin. Ev zexta li ser çanda me ye, heqareta çanda me ye, em qet qebûl nakin.

Piraniya xelkê parêzgeha Dêrsimê Elewî ne. Li gor amarên sala 2013ê li seranserî wê mizgeftê 117 mezigeft hebûn, lê ji ber ku nehatine bikaranîn beşeke zêde ya wan bi demê ve ji aliyê welatiyan ve weke kadîn û axur hatine bikaranîn. 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst