‘Tirkiye malbatên Filistînî û Tirkên Uygurê li Efrînê bicih dike’

28-05-2021
RÛDAW
Nîşan Tirkiye Grûpên Çekdar Artêşa Tirkiyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - 12 rêxistinên mafên mirovan ên li Rojavayê Kurdistanê, berdewamiya guhertina demografiya Efrînê şermezar kirin û daxwazê ji civaka navdewletî kirin ku binpêkirinan rawestînin. Li gor daxuyaniya hatiye belavkirin, Tirkiye “koçberên Sûriyê, malbatên Filistînî û Tirkên Uygurê” li Efrînê bicih dike.

Ew 12 rêxistinên mafên mirovan di daxuyaniyeke hevbeş de ragihandin ku Tirkiyê û çekdarên girêdayî wê, berdewam demografiya Efrînê diguherin û binpêkirinan li hemberî xelkê wê deverê dikin û şûnwaran didizin.

Her li gor wê daxuyaniyê artêşa Tirkiyê û çekdarên opozisyonê, bi rêya komeleyên xêrxwaziyê, ji bo koçberên Sûriyê û malbatên Filistînî û Turkmenên Uygur yên Çînî bo ku lê bicih bibin yekeyên niştecihbûnê ava dikin.

Rêxistinên mafên mirovan ew kiryar şermezar kirin û hişyarî li ser derxistina fitneyê di navbera Kurd û Ereban de dan.

Rêxistinên mafên mirovan daxwaz ji civaka navdewletî kirin ku destêwerdanê bike û “binpêkirinan rawestîne û dawiyê li dagirkeriya Tirkiyê bînin.

Herwiha ew rêxistin daxwaz ji civaka navdewletî dikin, Efrîn û navçeyên din yên di bin kontrola Tirkiyê de têxin bin çavdêriya navdewletî û hêzên aştîparêz li wan navçeyan belav bibin heta ku çareseriyek ji pirsa Sûriyê re li gorî biryara 2254 were dîtin.

Bi sed hezaran Kurd ji Efrînê koçber bûne

Artêşa Tirkiyê û grûpên çekdarên ên tundrew ku ser bi opozisyona Sûriyê ve ne û Tirkiye piştevaniya wan dike, roja 20ê Çileya 2018an êrişeke berfireh a bejayî û asmanî bo ser Efrînê dan destpêkirin ku di bin kontrola hêzên Kurdî de bû.

Piştî wê êrişa berfireh a bi her cor çekên giran, bajarê Efrînê roja 18ê Adara 2018an ket destê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar.

Di encama êrişên giran û ketina bajêr bo destê çekdaran de, bi sed hezaran xelkê Kurdan mal û warên bicî hiştin û ketin ser rêyên koçberiyê.

Herwiha ji wê roja ku Efrîn ket bin kontrola artêşa Tirkiyê û komên çekdar ên opozisyona Sûriyê, binpêkariyên li hember welatiyên Kurd li wê herêmê berdewam in.

Heta niha ji aliyê rêxistinên xwecihî û navdewletî ve bi dehan binpêkariyên li dijî xelkê sivîl hatine tomarkirin ku ji aliyê çekdarên girêdayî Tirkiyê ve hatine encamdan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst