Dadgeha Destûrê serlêdana Baluken red kir

Hewlêr (Rûdaw) - Parlamenterê berê yê HDPê Îdrîs Balûken ji ber “binpêkirina mafê azadî û ewlehiya kesane” serî li Dadgeha Destûra Bingehîn ya Tirkiyê dabû lê serlêdana wî ya serbestberdanê hat redkirin.

Bi "1emîn Pakêta Reforma Dadwerî " ya di Cotmeha 2019an de ketibû merîtiyê, rêya temyîzê li ber cezayên zindanê yên “propagandaya rêxistinek terorê” hatibû vekirin.

Îdrîs Balûken ê ku 18 sal û 8 meh ceza lê hatibû birîn li ser vê yekê ji bo sekinandina înfazê û serbserberdanê serlî li Dadgeha Destûrê dabû.

Dadgeha Bilind biryara ku di 11 Adarê 2021an de di derbarê serlêdanê de dabû, îro di Rojnameya Fermî ya Tirkiyê de hat weşandin.

Dadgeha Destûra Bingehîn diyar kir ku înfazkirina cezayê Baluken ku bi sûcê "endamtiya rêxistina terorê ya çekdar" hatiye misogerkirin berdewam dike lê biryara înfazkirina girtina bi tometa sûcê "propagandaya rêxistinek terorîst" nehatiye despêkirin.

Dadgeha Bilind biryar da ku “ku mafê azadî û ewlehiya kesane yê Balûken nehatiye binpêkirin.”

Îdrîs Balûken di dema pêvajoya çareseriyê di nav heyea Îmraliyê de cih digirt, di 4ê Mijdara 2016an de hatgirtin. Di yekemîn rûniştina xwe ya 17ê Çileya 2017an de serbest hatibû berdan lê li ser îtîraz dozger 2 roj şûn de cardin hat girtin.

Di 4ê Çileya 2018an de ji aliyê 8emîn Dadgeha Cezayê Giran ya Amedê ve bi îdîayên “endamtiya rêxistinê”, “propaganday rêxistinê” û “dijberiya qanûna civîn xwepêşandan meşan” 16 sal û 8 meh ceza li Balûken hat birîn.