HPG: Tirkiye sirûşta Kurdistanê talan dike

28-05-2021
RÛDAW
Nîşan HPG PKK Tirkiye Daristan Gerîla Leşkerên Tirkiyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên Parastina Gel (HPG) ragihand ku Tirkiye “sirûşta Kurdistanê talan dike” û tekez kir ku “ev sûc bê ceza namîne.” Herwiha HPGê nasnameya 5 gerîlayan jî aşkere kir ku di êrişên Tirkiyê de jiyana xwe ji dest dane.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPGê daxuyaniyek belav kir û ragihand, “Dewleta Tirk a mêtinger li gel hewldanên xwe yên dagirkeriyê, bênavber bombardûmanê li erdnîgariya Kurdistanê dike û hem daristanan dişewitîne, hem jî daran dibire.”

Li gor daxuyaniya HPGê bi taybet jî “vê dema dawiyê li herêmên Metîna, Zap, Avaşîn û qadên Geliyê Şêx Cûma û Şehîd Mizgîn ên herêma Xerzanê ya Bedlîsê, artêşa Tirk a dagirker bi destê çete û kontrayan daran dibire.”

HPGê dibêje, “Dewleta Tirk a dagirker ku li dijî gelê Kurd sûcê qirkirinê dike, di heman demê de bi talankirina xwezaya Kurdistanê sûcekî mezin dike” û bang dike, “Çawa ku ev sûc bêceza nayê hiştin, divê kes nebe şirîkê dewleta Tirk a ji bo talankirina erdnîgariya Kurdistanê.”

HPGê nasnameya 5 gerîlayan jî aşkere kir

Fermandariya Hêzên Parastina Gel HPGê, nasnameya 5 gerîlayên xwe eşkere kir, ku roja 12ê vê mehê di şerê li dijî artêşa Tirkiyê de li Başûrê Kurdistanê jiyana xwe ji dest dane.

Nasnameya gerîlayan; Ramazan Demîr bi nasnav Agir Bizot ji Colemêrgê, Amed Arslan bi nasnav Agirîn Karer ji Mûşê, Firat Ozsucu bi nasnav Canşêr Avaşîn ji Amedê, Kubra Kiliç bi nasnav Viyan Botan ji Sêrtê û Nurullah Çakir bi nasnav Sîpan Xelat ji Wanê.

Li gorî amarên dawiyê ku Artêşa Tirkiyê ragihandine, di wî şerî de, heta niha 123 gerîlayan jiyana xwe ji dest dane.

Li gor amarên HPGê jî heta niha wan 242 serbazên Tirkiyê di şer û pevçûnan de hatine kuştin.

“Daran dibirin û dibin Tirkiyê”

Serokê Lijneya Pêşmerge li Parlamentoya Kurdistanê Rêving Hirûrî, berî niha ji Rûdawî re ragihandibû, “Ew cihên ku leşkerên Tirkiyê lê bicih dibin, bi leşkerên Tirkiyê re cehş û çeteyên ku hatine heremê daran dibirin û bi rêya kompanyeyan dibin Tirkiyê û sirûşta gundan tê jinavbirin.”

Herwiha ji ber bomberan û topbaranên Tirkiyê heta niha agir bi daristanên gundê Kêste û deverên din ketiye.

Artêşa Tirkiyê roja 23ê Nîsana borî bi hinceta hebûna gerîlayên PKKê operasyoneke berfireh li nav sînorên Başûrê Kurdistanê dabû destpêkirin.

Heta niha ji ber bombebaranên Tirkiyê 3 gund vala bûne û her ku diçe metirsiya li ser gundên avedankirî ji ber operasyon û bombebaranên Tirkiyê zêdetir dibe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst