Amêdî (Rûdaw) - Ji ber vîrusa koronayê, seyrangeha Kanî Masiyê ku her sal tijî geştyar bû, vala ye û zirareke mezin gihandiye xwediyên dikan û restoranên li wê seyrangehê. Koronayê bi giştî îsal zirareke mezin gihandiye kerta aborî û geştyariya Herêma Kurdistanê.
Seyrangeh an havîngeha Kanî Masî, dikeve sînorê bajarê Amêdiyê li Parêzgeha Duhokê.
Sala par di weke vê demê de, ew havîngeh tijî geştyar bû û xelk ji seranserî Başûrê Kurdistanê û Iraqê dihatinê, lê niha bi sedema Virusa Koronayê weke hemû seyrangehên din ên Herêma Kurdistanê vala bûye.
Rêveberê Fermangeha Geştûguzarê ya Amêdiyê, Nazîf Elî ji Rûdawê re dibêje: “Derba herî mezin ez bêjim li kerta geştûguzariyê ketiye, bo nimûne her ji 18ê meha 3 û heta niha, bi taybet Newroz û cejnê (Remezan) jî ziyanên me ji bilî zirarên ji ber bûyerên dirûştî, yên ji ber av û lehiyan, yên ji ber koronayê 250 heta 300 milyon dînar e.”
Sala par 3 milyon û 700 hezar geştyar, ku piraniya wan xelkên parêzgehên naverast û başûrê Iraqê bûn, serdana 3 hezar û 118 cihên geştyarî yên Herêma Kurdistanê kiriye.
Nêzîkî 50 hezar kesî, li kerta geştyariyê ya Herêma Kurdistanê kar dikin, lê niha 50% ji wan ji ber nebûna geştyaran bêkar mane.
Xwediyê seyrangeha Aşawe li Amêdiyê, Husên Ibrahîm jî behsa ziyanên ji ber girtîbûna wê seyrangeha Kanî Masiyê dike û dibêje: “Rojane 20 heta 25 hezar dolar em li vir zirarê dibînin. Zirarên din jî yên wek karmendên me, ew jî zirar in, yanî malên wan jî dibê bêne xwedankirin, 60 karmend pê dihatin xwedankirin, 60 mal pê dihatin xwedankirin, ew hemû neman.”
Niha qedexeya çûnûhatinê di navbera bajarokan de, li sînorê heman parêzgehê nemaye û cihên geştyariyê, bi mercê berçavgirtina rênimayên tendirustî, li ber welatiyan vekirî ne.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse