Firokeyên şer ên Tirkiyê sê caran Çiyayê Asos bombebaran kirin

Hewlêr (Rûdaw) - Qaymeqamê Qezaya Mawet a ser bi parêzgeha Silêmaniyê ve ragihand, îro Sêşemî danê sibê firokeyên şer ên Tirkiyê sê caran Çiyayê Asos Bombebaran kirin.

 

Kameran Hesen ji Tora Medyayî ya Rûdawê re da zanîn ku “ji demjimêr 08:05ê serê sibeha îro Çarşembî 28ê Gulanê heta demjimêr 9:00 firokeyên şer ên Tirkiyê sê caran Çiyayê Asos û newala Kwêrekan a quntara Çiyayê Asos bombebaran kirine ku dikevin sînorê Şarbajêr û li navçeyê rez û baxên welatiyan jî hene.”

 

Kameran Hesen got: “Di bombebaranê de ti zerarên canî çênebûne, lê li ba welatiyan bûye cihê tirsê.”

 

Dawiya sala 2017ê firokeyên şer ên Tirkiyê pênc caran Çiyayê Asos û gundê Gelalê li navçeya Şarbajêr a qezaya Mawet Bombebaran kiribûn. Piştre Serokerkantiya Tirkiyê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihandibû ku ji ber hebûna gerîlayên PJAK û PKKê Çiyayê Asos hatiye bombebarankirin.