ROJAVA - Hêzên Parastina Sînor dest bi erkê xwe kirin

28-05-2018
RÛDAW
Nîşan Hêzên Parastina Sînor HSD Rojavayê Kurdistanê Amerîka
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hêzeke nû bi navê Hêzên Parastina Sînor bi awayekî praktîkî li Rojavayê Kurdistanê hat avakirin û wek pêngava destpêkê 250 şervan hatine amadekirin.

 

Li bajarê Hesekê yê li kantona Cizîrê ya Rojavayê Kurdistanê, pêngava yekem a ji bo damezrandina Hêzên Parastina Sînor dest pê kiriye.

 

Di çarçoveya hewlên ji bo pêkanîna wê hêza nû li Rojavayê Kurdistanê de, 250 şervanan perwerdeya xwe ya leşkerî qedandin û ji erk re amade bûne.

 

Şervanên ku di wê xûla perwerdeya leşkerî de beşdar bûne,  ji Hesekê, Drêazor û Şedadiyê ne û ew şervan hevinê yekem ê Hêzên Parastina Sînor pêk tînin.

 

Hêzên Parastina Sînor ji aliyê Hêzên Sûriyeya Demokratîk ve tên amadekirin û Amerîka piştevaniya wê hêzê dike.

 

Serpereştiyarekî perwerdeya leşkerî ya Hêzên Parastina Sînor li Rojavayê Kurdistanêdiyar dike, ew hêz niha amade ye, ku erkên xwe pêk bîne û sînorên deverê biparêze.

 

Amerîkayê pêştir ragihandibû, ku dê hêzeke nû ji bo parastina sînorên di bin kontrola HSDê de were avakirin û dabû xuyakirin, ku dê hejmara wê hêzê 30 hezar kes be.

 

Ragihandina damezrandina hêzeke wisa li Rojavayê Kurdistanê bi piştgiriya Amerîkayê, rastî nerazîbûna tund a Tirkiyê hatibû û ji ber wê yekê, nakokiyên navbera Tirkiyê û Amerîkayê tundtir bûne.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst