Heşda Şeibî: Em dê li gundê Koço bimînin

Şingal (Rûdaw) – Heşda Şeibî ragihand ku wan gundê Koço radestî kurdên êzidî kirine û bal kişande ser wê yekê jî, ji bo ku karesatên berê dubare nebin ewê hêzên xwe li wan navçeyan bihêlin.

 

Cîgirê Serokê Desteya Heşda Şeibî Ebû Mehdî Muhendis li gundê Koço ragihand, ku Heşda Şeibî bi piştevaniya çekdarên kurdên êzîdî û balafirên şer yên artêşa Iraqê karîne gundê Koço li gel Til-qeseb û Til-benat û çend gundên din yên kurdên êzdiyan rizgar bikin.

 

Ebû Mehdî Muhendis herwiha got ku wan bi fermî gundê Koço radestî kurdên êzidiyan kirine û dê Heşda Şeibî jî wê navçeyê biparêze.

 

Di heman demê de Heşda Şeibî gundên Rum-Bosiya Rojhilat û Rum-Bosiya Rojavayê sînorê bajarokê Beac kontrol kirine.

 

Herwiha sipasiya pasdarên Îranê jî kir û got, ku Fermandeyê supaya pasdaran general Şeban Nesîrî di şerê bajarokê Beacê de hatiye kuştin.