Li Lîcê ev pênc rojin rê girtî ne û çalakî berdewam in

28-05-2014
A+ A-

 

Hewlêr (Rûdaw)- Li navçeya Lîcê ya Amedê ev 5 rojin bi armanca protistokirina çêkirina qereqolan çalakiyên xelkê navçeyê berdewam e û rêyên Çewlîk-Amed, Lîcê –Hênê û Lîcê-Pasûrê hatine girtin.

Hat ragihandin ku şeva derbasbûyî di navbera çalakvan û leşkerên Tirkiyê de şer û pevçûn derketin û leşkerên artêşa Tirkiyê ji bo ku xwepêşandanên çalavanan belav bikin guleyên rastî berdane ezmanan, çalakvanan jî rê girtine û nasnameyan kontrol dikin.

Li gor daxuyaniya walîtiya Amedê, xwepêşanderan 5 otomobîlên ku di karê avakirina qereqolan de dihatin bikaranîn şewitandin û hin kesên çekdar leşkerekî artêşa Tirkiyê çawişê pispor yê bi navê Îlhan Çalişkan girtin û revandin.

Hat ragihandin ku artêşa Tirkiyê ji bo wê çalakiyê bi dawî bîne, ketiye nav tevger û operasyonê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst