Li Rihayê agir bi malekê ket: Kesek mir û kesek jî birîndar bû

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Curnê Reş a Rihayê agir bi malekê ket û di encamê de kesekê canê xwe ji dest da û keseke din birîndar bû.

Li Taxa Dindekê ya Curnê Reş îro ji ber sedemeke nediyar agir bi malekê ket.

Di encama agir de Sebahat Nibaka 48 salî û bûka wê Emine Nibak bi giranî birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê tîmên agir vemirandinê, tîmên tenduristiyê û cendirme çûn cihê bûyerê.

Tîmên tenduristiyê Sebahat Nibak û Emine Nibak veguhastin Nexweşxaneya Dewletê ya Curnê Reş.

Sebahat Nibakê tevî midaxeleya li nexweşxaneyê jî canê xwe ji dest da.

Dermankirina Emine Nibakê jî li nexweşxaneyê berdewam dike.