BEDLÎS - Paraşûtvanan ji bo firînê ji xwe re cihekî nû dît: Çiyayê Nemrûdê

28-04-2024
RÛDAW
Nîşan Bedlîs Paraşûtvan Çiyayê Nemrûdê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Çiyayê Nemrûdê yê li parêzgeha Bedlîsê ji paraşûtvanan re bûye cihê firînê.

Paraşûtvan ji ser Çiyayê Nemrûdê xwe berdidin valahiyê.

Armaca werzişa vê carê ya paraşûtvanan danasîna cihên geştyariyê yên Bedlîsê ye.

Ew bi çalakiya xwe balê dikişînin ser werzişa paraşûtê û xwezaya bajarê xwe didin nasandin.

Serokê Klûba Paraşûtvanan a Bêdlîsê Nurullah Ulutaş got:

“Bedlîs, Tetwan, Xelat, Adilcewaz û Norşîn herêmeke ku çar aliyên wê çiya ne û ji vê werzişê re gelekî guncav e.

Tevî ku çar aliyên wê çiya ne, li bajarê me nebûna vê werzişê, me xemgîn dike. Ev avantaj li ti bajarekî din nîne. Em jî bi vê armancê derketin rê û dixwazin vê werzişê bi pêş bixin.”

Werzişvan Gola Wanê, çiyayên Nemrûd û Sîpanê didin nasîn û dixwazin bala geştyar û werzişvanên paraşûtê bikişînin.

“Em matmayî man”

Endamê Klûba Werzişên Esmanî ya Dêrsimê Berkay Ozel jî anî ziman:

“Em li hemberî dîmenên li vê derê matmayî man. Bedlîs hem ji bo guncavbûna werzişa paraşûtê û hem jî ji bo pêşwaziya mirovan cihekî nuwaze ye.

Înşallah em dê hewl bidin vê werzişê li vê derê bi pêş bixin.”

Niha 22 endamên Klûba Paraşûtvanan a Bêdlîsê hene û salane bi 20 werzişvanan çalakiyên xwe dikin.

Armanca wan ew e ku di nav 4-5 salan de hejmara werzişvanên paraşûtê bigihînin 100 kesan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst