Kurdekî Efrînî di zindana çekdaran de bi şkenceyê hat kuştin

28-04-2024
RÛDAW
Nîşan Efrîn Şkencekirin Kuştin Kurd Malbatên Kurd Cangîn Osman Nasan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Kurdekî Efrînî yê bi navê Cangîn Osman Nasan di zindana bajarokê El Raiyê ya grûpa çekdar a Siltan Muradê de bi şkenceyê canê xwe ji dest da.

Partiya El-Wehdeyê ya Demokrat a Kurdî ya Sûriyeyê ragihand ku berî hefteyekê Hikûmeta Tirkiyeyê malbata Cangîn Osman Nasanê 36 salî agahdar kiriye ku cenazeyê wî ji bajarokê El Raiyê wergirin.

Li gorî zanyariyan, Cangîn Osman Nasan ji gundê Rûtayê yê bajarokê Mabatayê yê Efrînê ye û ji malbata wî ti kes li gund nemaye.

Bavê Cangîn, Osman Mecîd Nasanê 65 salî, dêya wî Zeyneb Ebdoya 60 salî, hevjîna wî Zuleyxa û çend kesên din ên ji malbata wî 6ê Hezîrana 2020an li taxa Eşrefiyeyê ya Efrînê hatibûn girtin.

Dêya Cangîn, Zeyneb Ebdo Tîrmeha 2021ê hatibû berdan lê 23yê Kanûna Pêşîna 2021ê li gundê Rûtayê canê xwe ji dest dabû.

Heta niha çarenivîsa kesên din ên malbata Cangîn Osman Nasan ne diyar e.

Hat zanîn ku çekdaran 23yê Nîsanê cenazeyê Cangîn Osman Nasan li bajarokê El Raiyê veşartiye.

Dagirkirina Efrînê

Artêşa Tirkiyeyê û grûpên çekdarên ên di kontrola wê de, 20ê Kanûna Paşîna 2018an ji esman û bejahiyê ve bi awayekî berfireh êrişî Efrînê kir ku wê demê di destê Kurdan de bû.

Piştî wê êrişa berfireh a bi her cor çekên giran, bajarê Efrînê 18ê Adara 2018an ket destê artêşa Tirkiyeyê û grûpên çekdar.

Di encama êrişên giran û dagirkirinê de bi sed hezaran Kurd ji mal û milkên xwe bûn û ketin ser rêyên koçberiyê.

Ji roja ku Efrîn ketiye bin dagirkeriya Tirkiyeyê ve girtin, binpêkariyên wekî dizî, talan, tecawuz, birîndarkirin, kuştin, revandin û şkenceyên li hemberî Kurdên wê herêmê berdewam dikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst