3 ciwanên di Çemê Mûnzûrê de wenda bûn 7 roj in nehatine dîtin

28-04-2023
Ali Haydar Gozlu
Ciwanên wenda
Ciwanên wenda
Nîşan Dêrsim Çemê Mûnzûrê
A+ A-

Dêrsim (Rûdaw) - Xebatên lêgerîna 3 ciwanên ku 21ê Nîsanê di Çemê Mûnzûrê de wenda bûn berdewam in.

Xebatên lêgerînê ji aliyê 27 tîmên cuda ku nêzîkî ji hezar kesan pêk hatiye berdewam e. Lê tevî ku 7 roj di ser re derbasbûne heta niha otomobîla wan jî û her sê ciwan jî nehatine dîtin.

Serokê Tîma Komeleya Lêgerîn û Rizgarkirinê ya Munzurê Ali Îhsan Bayir got “Hemû tîmên lêgerînê yên pispor û xwebexş xebatên xwe berdewam dikin. Hejmara tîmên xebatên lêgerîn û rizgarkirinê di navbera 700 heta hezar kesan de ye.”

Xebatên lêgerînê di qada 55 kîlometreyî de têne kirin, lê ji ber asta avê bilind e û av lihevketiye karên lêgerînê bi zehmetî berdewam dikin.

Şaredariyên Dêrsîm û Pulurê jî pêwîstiyên tîmên rizgarkirinê û malbatan dabîn dikin.

Endamê Komeleya Lêgerîn û Rizgarkirinê ya Munzurê Hikmet Gokmen dibêje “Îro roja şeşemîn e, em wek grûp li vê derê ne, em dixebitin lê heta niha me tiştek nedîtiye. Çi ji destê me tê em dikin lê asta avê zêde û pir şolî ye, em binê avê nabînin. Em ji roja yekem ve li xortan digerin lê av hê jî pir şolî ye, lê heta dawî em dî di van mercên çetîn de xebatên xwe berdewam dikin.”

Malbatên zarokan jî xebatên lêgerînê dişopînin û deqîqeyekê jî ji cihê bûyerê venaqetin. Lewra çavê wan li xebereke xweş e.

Mirovê ciwanên wenda Bahattin Aydın anî ziman “Xelkê Dêrsimê jî baş in, camêr in. Wellehî camêran madî manewî li ser me sekinîne. De ka Xwedê teala çi bike emê bibînin. Gotina min ev berî deqeyekîê me bidîta, malbata me giran e em li vir perîşan bûn.”

Azad Demiral, Mehmet Can Demiral û Baran Aslan Taş ku bi armanca geştyariyê ji Amedê çûbûn Dêrsîma Bakurê Kurdistanê, roja 21ê Nîsanê otomobîla wan wergeriyabû Çemê Mûnzûrê û wenda bûbûn. Ji roja yekem ve xebatên lêgerîn û rizgarkirinê hatin destpêkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst