Bi nêzikbûna hilbijartinê re kelecana berbijêrên jin jî zêde bûye

Amed (Rûdaw) - Hilbijartinên 14ê Gulanê yên Parlamentoya Tirkiyeyê çiqas nêzik dibe, kelecana di navbera berbijêrên jin de jî ewqas zêde dibe. Nexasim rikaberiya di navbera berbijêrên jin de.

Hatîce Seydaoglu li ser lîsteya AK Partiyê bûye berbijêra Amedê û di rêza 8'an de ye. Partiya wê li Amedê 3 û bi tevahî jî 113 jin weke berbijêr nîşan daye. Li gorî wê partiya wan girîngiyeke zêde dide berbijêrên jin.

Berbijêra AK Partiyê ya Amedê Hatîce Seydaoglu got “Bi rastî jî partiya me ji hemû partiyan zêdetir berbijêrên jin nîşan daye. Jinek divê beriya her tiştî ji bo aramiyê dengê xwe bide me. Ji bo pêşeroja zarokên xwe deng bide me. Bila bi rastî jî ji bo debareke baş, ji bo quşxaneyeke zêde xwarin û pêşeroja welatê xwe deng bide me.”

Sorgul Aytek Avşar jî berbijêra Partiya Çepên Kesk e. Ew ji lîsteya partiya xwe di rêza 11'an de cih digre. Partiya Çepên Kesk li Amedê 5 û li tevahiya bajaran jî 193 jin weke berbijêr nîşan daye. Li gorî wê Partiya Çepên Kesk partiya jinan e.

Berbijêra Çepên Kesk a Amedê Sorgul Aytek Avşar dibêje “Em dikarin bibêjin partiya me hêza xwe ji jinan digre. Ji ber vê yekê di namzetan de jî nîvî nîvî cih da jinan û sîstema fermûarê pêk anî. Ez bawer im ku em jin dê herî kêm ji sedî 45 berbijêrên jin bikin parlamenter. Hêviya me jî û daxwaza me jî ev e.”

CHP'ê li Amedê 3 li tevahiya bajaran 153 û Îyî Partiyê jî li Amedê tenê berbijêreke jin û bi tevahî jî 145 jin weke berbijêr nîşan daye. Li Amedê bi tevahî 12 parlamenter dê biçin parlamentoyê.