Di nav mizgeftê de li hev xistin û gule berdan hev

28-04-2023
RÛDAW
Nîşan Kerkûk Qerehencîr Şer
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Îro di dema birêveçûna merasîma şîna miriyekî de li qezaya Qerehencîra Kerkûkê di navbera du malbatan de li nav mizgeftê şer derket.

Li gor agahiyan, her du malbatên ku li nav mizgeftê şerê hev kirine, xizmên hev in û di şer de kesek birîndar bûye.

Heta niha sedema şerê her du aliyan nehatiye zanîn.

Efserê Pêşmerge, Hekîm Satî ku ji bûyerê agahdar e, ji Rûdawê re ragihand, destpêkê bi mist û boksan şerê hev kirine lê paşê kesekî gule berdane ku di encam de kesek birîndar bûye.

Hêzên ewlekariyê gihîştine cihê bûyerê û li gor agahiyan, rewş kontrol kirine.

Destpêka şer duh Pêncşemê di dema veşartina termê pêşmergeyekî berê yê bi navê “Eyûb Satî” de çê bûye, lê belê navbeynkarî di navbera her du malbatan de hatibû kirin û rewş hatibû aramkirin.

Îro Înê 28ê Nîsanê di roja duyem a şîna wî pêşmergeyî de, careke din di navbera her du aliyan de şer çêbûye û teqe hatiye kirin.

Kesê ku îro hatiye birîndarkirin, ji wê malbatê bûye ku çûbûne mizgeftê ji bo şînê.

Li gor agahiyên ku gihîştine Rûdawê, kesên ku bûne sedema şer, ji aliyê hêzên ewlekariyê ve hatine desteserkirin.

Peyamnêrê Rûdawê ragihand, şerê navbera her du malbatan bo dema nîv demjimêrî berdewam bûye.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst