9 meh di ser dorpêça Şehbayê re derbas bûn

28-04-2023
RÛDAW
Nîşan Şehba Dorpêçkirin Artêşa Sûriyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Dorpêçkirina artêşa Sûrî li ser navçeya Şehbayê ya li bakurê Helebê ku koçberên Efrînê di nav kampan de lê dimînin 9 meh di ser derbas dibin.

Li gor çavkaniyên Rêveberiya Xweser, dorpêçkirina artêşa Sûrî li ser navçeya Şehbayê li bakurê Helebê ku koçberên Efrînê di nav kampan de lê dimînin 9 meh di ser derbas dibin, ku hêzên Sûriyê rê tenê dide ji sedî 20 pêdiviyên xelkê navçeyê derbas bibin.

Li gor heman çavkaniyan, kêmbûna mazotê hişt ku rêveberiya kantona Şehbayê berî 2 mehan demjimêrên pêxistina jeneratorên elektrîkê jî kêm bike ku berê rojane 19 heta 21 dedmjimêr pê dixist û niha rojê tenê 2 demjimêran elektirîk heye. Ji bo her malbatekê ampêrek yan du ampêr veqetandiye.

Di 27ê vê Nîsanê de jî ji ber qutbûna mazotê rêveberiyê elektrîk bi temamî qut kir.

Niha li navçeya Şehbayê her litreke mazot bi 7 hezar heta 8 hezar lîreyên sûrî tê frotin, litreya benzînê jî bi 11 hezar heta 13 hezar lîreyan tê firotin, herwiha li bazara reş yek butla gaza malan bi 150 hezar lîreyan tê firotin.

Di Tebaxa 2022'yan de hêzên hikumeta Sûriyê dorpêça li ser navçeya Şehbayê girantir kir û derbaskirina derman, sotemenî û xwarinê qedexe kir.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst