Bi hatina biharê re jîngeha Dêrsimê bi gul û çîçekên rengîn xemilî

28-04-2022
RÛDAW
Pulur yek ji navçeya çiyayî ya herî xweş a Dêrsimê ye, bi çiya, daristan, sulav, ajalên kovî û kulîlkên xwe navdar e
Pulur yek ji navçeya çiyayî ya herî xweş a Dêrsimê ye, bi çiya, daristan, sulav, ajalên kovî û kulîlkên xwe navdar e
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Bi hatina  demsala biharê re, parêzgeha Dêrsim a Bakurê kurdistanê, xwe bi gul û çîçekên reng bi reng û  golên avê û sulavên ku bi zelalî diherikin, xemilandiye.

Zivistana  parêzgeha Dêrsimê  Zivistaneke pir dijware û derfeke zaf zêde lê dibare.

Piştî 5 mehên zivistanê, bihar tê navçeya Pulur a ser bi parêzgeha Dêrsimê ve. Li çiyayên navçeya Pulurê piştî zivistanek dijwar û dirêj bi helîna berfê her cih bûne golên avê, ji her cihî av diherike û bi kulîlkan xemilî ye.

Wênegirê Xwezayê Murat Gunduz dibêje: “Em di her demsalê de tên vir. Piştî zivistanek dijwar, ji van dîmenan hatina biharê gelekî baş tê hestkirin. Xweza hewqasî dîmenên bedew û bê hempa pêşkêşî me dike ku em li beramberî wê bêçare dimînîn û bi salane em wêneyên van deran dikşînin.”

Pulur yek ji navçeya çiyayî ya herî xweş a Dêrsimê ye, bi çiya, daristan, sulav, ajalên kovî û kulîlkên xwe navdar e. Zivistana wê dirêj e û salê 5 mehan serê çiyayên wê yên bilind bi berfe. Mêrg û terezinên wê bi kulîlkên Berfîn, Nêrgiz, Kulîlka Newrozê û Gulnixwînan dixemilin.

Wênegirê Xwezayê Omer Faruk Narli jî got: “Xwezaya Dêrsimê gelekî dewlemend e. Bi taybetî di guhertina demsalan de dîmenên ciwantir derdikevin holê. Em îro bo kişandina dîmen û wêneyan hatine vir. Di vê demsalê de ku dîmenên bedew pêşkêşî me dike nirxekî wê yê giranbihatir heye.”

Li Bakurê Kurdistanê, Dêrsim bi navçeyên xwe yek ji parêzgehên ku xwediyê jîngeheke herî bedew û dewlemend e. Herwiha xwediyê dîrokeke kevnare û piraniya niştecihên wê Kurdên Elewî ne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst