PKK: Têkiliya me bi du tîmên gerîla re qut bûye

28-04-2022
RÛDAW
Nîşan PKK Tirkiye Operasyona Pence-Kilîd
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Operasyona Pence-Kilîd a Tirkiyê li navçeyên sînorî yên Herêma Kurdistanê berdewam e û Wezîrê Berevaniya Tirkiyê dibêje, ji destpêka operasyonê ve heta niha 57 gerîlayên PKKê jiyana xwe ji dest dane. PKK jî dibêje, hêzên wan heta niha 218 leşkerên Tirkiyê kuştine, 17 gerîlayên wan canê xwe ji dest dane û têkiliya wan bi du tîmên gerîlayan re qut bûye.

Operasyona nû ya Tirkiyê ya bi navê Pence-Kilîd li navçeyên sînorî yên Herêma Kurdistanê di 11mîn roja xwe de didome.

PKK dibêje, şer û pevçûnên di navbera gerîlayan û leşkeran de li navçeyên Zap, Metîna û Avaşîn berdewam in.

Yek ji Fermandarên Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) Amed Malazgirt derbarê operasyonê de ji radyoya Dengê Welat, medyaya nêzîkî PKKê re axiviye û ragihandiye, êrişên artêşa Tirkiyê bi dijwarî berdewam dikin.

Amed Malazgirt diyar kir, ji destpêka operasyona nû ve heta niha tespît 218 leşkerên Tirkiyê di şer de hatine kuştin e û 30 leşker jî birîndar bûne.

Ew di demekê de ye ku Tirkiyê heta niha bi fermî tenê kuştina 6 leşkerên xwe li navçeyên operasyona Pence-Kilîd ragihandiye.

Malazgirt herwiha amaje bi windahiyên PKKê jî kir û ragihand, di êrişan de gelek gerîlayên wan canê xwe ji dest dane. Ji Fermandarên NPGê, Amed Malazgirt destnîşan kir ku 17 gerîlayên wan di şer de jiyana xwe ji dest dane û got, “Ji ber zêdebûna şer têkiliya me bi du tîmên me re qut bûye. Me nasnameya hinek hevalên şehîd ragihand, em dê nasnameya hevalên din ên şehîd di rojên pêş de eşkere bikin. Gelê me divê bizanibe şerekî mezin tê kirin û derbên giran li dijmin tê xistin.”

Wî fermandarê PKKê herwiha da xuyakirin ku artêşa Tirkiyê li herêmê çekên qedexe û kîmyeyî bi kar tîne û got, “Par jî dijmin li Avaşînê gaza jehrî bi kar anîbû, niha jî li qadên stratejîk li hemberî hevalên me yên berxwedêr gaza jehrî bi kar tîne. Yek ji vê gaza jehrî jî ev e ku dûmana zer jê derdikeve û mirovan dixeriqîne. Ji gazeke din a jehrî dûmaneke reş derdikeve. Dijmin çekên kîmyewî yên qedexe bi kar tîne.”

Li aliyekî din Tirkiye derbarê operasyonê de amarên cudatir belav dike.

Wezîrê Berevaniya Tirkiyê Hulusî Akara ragihandiye, di encama êrîşên wan de heta niha 57 gerîlayên PKKê jiyana xwe ji dest dane. Akar destnîşan kiriye, bi berdewambûna operasyonê di rojên bihê de, dê ev hejmar zêdetir bibe.

Bi gotina Akar, operasyonên artêşa Tirkiyê bi parastin û rêzgirtina li serwerî û yekîtiya axa welatên cîran dê berdewam bin.

Artêşa Tirkiyê ji şeva 17ê Nîsana 2022an ve operasyona Pence-Kilîd li navçeya Amêdî ya parêzgeha Duhokê li dijî PKKê dest pê kiriye.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst