Ji ber dorpêçên hikûmeta Sûriyê firnên taxa Şêx Meqsûd girtî ne

28-04-2022
RÛDAW
Ji bo bidestxistina nan, xelkê Şêx Meqsûd diçin taxa Bustan Başa
Ji bo bidestxistina nan, xelkê Şêx Meqsûd diçin taxa Bustan Başa
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Bi heyamek e hêzên Hikûemta Sûriyê u taxa Şêx Meqsûd a bajarê Helebê ku taxeke Kurdan e, bi tevahî dorpêç kirine û rê nadin ti kelûpel bi taybet kelûpelên xwarinê derbasî taxê bibin, ji ber vê yekê jî firinên wê taxê hatine girtin.

Xelkê Taxa Şêx Meqsûd ji bo bidestxistina nan bi pêyan diçin taxa Bustan Başa, li wir gelek ji wan bê nan vedgerin mal.

Ji ber dorpêça hêzên Firqeya 4an a Hikûmeta Sûriyê li ser taxên Kurdnişîn yên Helebê, Şêx Meqsûd û Eşrefiyê, xelkê taxa Şêx Meqsûd ji bo bidestxistina nan diçin firnên taxa Bustan Başa, gelek ji wan ji wir bê nan vedgerin malên xwe.

Temaşevanekî Rûdawê li taxa Şêx Meqsûd vedioyek şandiye dibêje, ew 5-6 seatan li pêşiya firna Bustan Başa dimînin, gelek caran jî bê nan vedgerim malên xwe.

Li firna Bustan Başa yek rebte nan ku 7 nan têde ne, bi 200 lîreyên Sûriyê ye, li derveyî firnê li wê taxê bi 1.500 lîreyan tê firotin, heman nan li taxa Şêx Meqsûd bi 2.500 lîreyan tê firotin.

Ji ber dorpêçên hêzên hikûmeta Sûriyê ev nêzîkî mehekê ye, ard nagihe firnên taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê, ji ber wê yekê jî nêzîkî mehekî ye ew firn girtî ne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst