Rapora lêkolîna êrîşa mûşekî ya Îranê gihîşte Encûmena Wezîran a Iraqê

Hewlêr (Rûdaw) - Endamekî Parlamentoya Iraqê diyar kir ku rapora Komîteya Taybet a Parlamentoya Iraqê ji bo lêkolîna êrîşa mûşekî ya Îranê bo ser Hewlêr a paytexta Herêma Kurdistanê ber destê Encûmena Wezîran a Iraqê ye.

Parlamenterê fraksiyona Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Şêrwan Duberdanî roja Pêncşemê 28ê Nîsana 2022an ji Tora Medyayî ya Rûdawê re axivî û got, "Rapora parlementoyê derbarê êrîşa bi mûşekan a li ser Hewlêrê, bo Encûmena Wezîran a Iraqê hat şandin."

Komîteya Taybet a Parlamentoya Iraqê ji bo lêkolîna êrîşa mûşekan a 13ê Adarê ya li ser Hewlêrê di 23ê Nîsana 2022an de raporek weşand û tê de pêşniyarên xwe pêşkêşî aliyên peywendîdar kir û diyar kir her welatiyekî ku ji ber êrîşa Îranê ziyan dîtibe dikare tazmînata madî û manewî ji Îranê bixwaze.

Şêrwan Duberdanî diyar kir ku dê Sekreterê Giştî yê Encûmena Wezîran a Iraqê biryarê bide ka dê di kombûna bê ya Encûmena Wezîran de behsa raporê bê kirin yan neyê kirin.

Serokê Duyem ê Parlamentoya Iraqê û Parlamenterê Kerkûkê Şaxewan Ebdullah roja Duşema 25ê Nîsana 2022an ji Rûdawê re ragihandibû ku ji ber êrîşê dê li dijî Îranê gavên qanûnî û dîplomatîk bên avêtin.

Şeva 13ê Adarê di saet 01:00an de li dijî Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê ji aliyê Artêşa Pasdarên Îranê ve bi 12 fuzeyên balîstîk êrîşek pêk hatibû û di êrîşê de mala karsaz Şêx Baz Kerîm jî hatibû hedefgirtin.