Li Dêrsimê tovên bav û kalan tên çandin

28-04-2022
Ali Haydar Gozlu
Projeya tovê xwemalî demek e ji aliyê Şaredariya Dêrsimê ve hatiye destpêkirin
Projeya tovê xwemalî demek e ji aliyê Şaredariya Dêrsimê ve hatiye destpêkirin
Nîşan Dêrsim Tovên Bav û Kalan Çandinî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Şaredariya Parêzgeha Dêrsimê ya Bakurê Kurdistanê Fatîh Mehmet Maçoglu zend û bendên xwe badide û li gundê Çenaxçî ya navçeya Mazgêrdê, ligel xelkê gund û kooperatîfa navçeya Pulurê dest bi çandina xwezayî kirine. Maçoglu ligel gundiyan li vê derê kuncî û fasoliyan diçîne.

Serok Şaredarê Dêrsimê Fatîh Mehmet Maçoglu ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got, “30 sal in li vî gundî çandinî nayê kirin, em bi gundiyan re axivîn, 50-60 sal berê bav û kalên me tovên xwe hildiberandin û bi kar dianîn lê niha tovên bapîrên me winda bûne. Em jî dixwazin tovên kevin bibînin û biçînin û gundiyên din jî biçînin û zêde bikin, ji ber ku ew tov li vê avhewayê û li ser van axan baş şîn dibe. Me bi hevalên xwe yên li vî gundî re hevdîtin kir, me biryar da ku li vî gundî banka tovan ava bikin û li vir ji nû ve hilberînin.”

Ew dixwazin bi vî awayî gundî vegerin ser gundê xwe, axa ku bi salan e beyar e biçînin û tovên xwezayî bi dest bixin da ku li vê parêzgehê êdî tovên xwezayî bên çandin. Ethem Polatê ku demeke dirêj bû li metrepolê dijiya vegeriyaye gundê xwe û li vî gundi karê çandiniyê dike.

Şênî Ethem Polat anî ziman, "Ez li gundê Çenaxçî dijîm, min li vir dest bi çandiniyê kiriye. Em çandiniyeke xwezayî dikin bo berhemanîna berhemên tendurist. Em li vir tov û çandiniya xwezayî pêş dixin bo bidestxistina berhemên xwezayî. Ev 30 sal e ev der nehatiye çandin û gubreyê kîmyayî nehatiye bikaranîn. Ji ber axeke beyar e dê bi bereket be."

Bi hatina biharê re Şaredariya Dêrsimê û Kooperatîfa Xwezayî ya Pulurê bi hev re zeviyên ku demeke dirêj e nehatine çandin û bi bereket dest nîşan dikin, bi rêbazên kevin diçînin. Wan vê carê jî ev zeviya gundê Çanaxçî ku 250 donim e hilbijartine û nok,fasolî, kuncî û genim lê diçînin.

Rêveberê Koperatîfa Xwezayê yê Pulurê Ersîn Yildiz got, "Me ev der wek herêma pîlot hilbijart. Armanca me ew e em tovê corên genim ên wek Şugonoşia, Mencekî û Barê biçînin ku zêde bibê û em li cotkaran belav bikin. Her wiha em bi çandina van tovên genim çandiniyê ji tovên kîmyayî rizgar dikin."

Projeya tovê xwemalî demek e ji aliyê Şaredariya Dêrsimê ve hatiye destpêkirin. Armanca wan ew e, tovê xwezayî bo hemû naçeyên Dêrsimê berhem bînin û herwiha bi demê re bo hemû parêzgehên din ên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê bişînin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst