30 sal piştî biryara 688; daxwaza Herêma Kurdistanê çi ye?

28-04-2021
RÛDAW
Konferanseke online a taybet bi 30 saliya `Herêma Nefirînê` birêve çû
Konferanseke online a taybet bi 30 saliya `Herêma Nefirînê` birêve çû
Nîşan Herêma Kurdistanê Biryara 688 Kurd Koça Milyonî Kurdistan Serok Mesûd Barzanî
A+ A-

Hewlêr (Rdûaw) - 30 sal berî niha dîmenên koça milyonî ya gelê Kurd li Başûrê Kurdistanê medyayên cîhanî hejand û karvedana civaka navdewletî li pey xwe anî.

Ji ber wê karesatê `Herêma Nefirînê` li Başûrê Kurdistanê hat avakirin. Lê Serok Barzanî dibêje, “Hê jî metirsiyeke gelek mezin li ser Herêma Kurdistanê heye û daxwaz dike, parastina xelkê Kurdistanê di ewlewiyeta welatên hevpeyman de be.

Roja Çarşemê, 28/04/2021, demjimêr 17.00 bi dema Hewlêrê, derbarê 30 saliya bîranîna ragihandina `Herêma Nefirînê` konferansek bi şêweyê online (webinar) birêve çû û Tora Medyayî ya Rûdawê jî sponsora medyayî ya konferansê bû û gotarên beşdaran veguhastin.

Nûnertiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya li Amerîkayê ew webinar rêk xist û axaftinvanên konferansa online ev bûn:

-Serok Mesûd Barzanî

-Endamê Polîtburoya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Hoşyar Zêbarî

- Wezîrê Derve yê Amerîkayê yê berê James Baker

- Rêkxerê Rojhilata Navîn li Encûmena Ewlekariya Amerîkayê Brett McGurk

- General John Abizaid

- General Jay Garner

- General James Johns

-Nûnera Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Amerîkayê Beyan Samî Ebdulrehman

Serok Barzanî: Dawakar im parastina xelkê Kurdistanê di ewlewiyeta welatên hevpeyman de be

Serok Mesûd Barzanî di bîranîna 30emîn salvegera ragihandina herêma nefirînê de li Başûrê Kurdistanê, spasiya wan welatan kir ku alîkar bûn ji bo pêkanîna navçeya aram. Serok Barzanî tekez jî ki ku hê jî metirsiyeke gelek mezin li ser Herêma Kurdistanê heye û daxwaz kir “parastina xelkê Kurdistanê di ewlewiyeta” wan de be.

Serok Barzanî got jî, “Bi dirêjahiya dîrokê zilmeke zêde li gelê Kurdistanê hatiye kirin, lê salên piştî rejîma Beisê, hikmê rejîma Beis, karesata mezin bi ser gelê Kurdistanê de hat. Wek Enfal, komelkujî û kîmyabaran.”

Herwiha Serok Barzanî diyar kir, “Li vir pêwîst dibînim spasiya Serok Bush û Serok Mitterand û Madam Mitterand, Serok Ozal û Serokwezîr John Major bikim bo wê helwest û wê biryara wêrek ku piştî wê gelê Kurdistanê karî xwe îdare bike.”

Serok Mesûd Barzanî bi boneya 30mîn salvegera ragihandina `Herêma Nefirînê` li Başûrê Kurdistanê gotarekê pêşkêş kir.

 

 

Gotara Serok Mesûd Barzanî di 30mîn salvegera ragihandina herêma nefirînê de;

“Silav û rêzên min bo beşdar û bînerên birêz, gelek kêefxweş im ku beşdar dibim di bîranîna sêyemîn salvegera damezrandina navçeya aram de, ku ev bîranîn bûyereke gelek giring û mezin e di dîrokê de.

Wê demê gelê Kurdistanê tûşî karesatekî mezin bibû, koça milyonî hebû, tevaya xelkê Kurdistanê berê xwe dabûne sînorên Îran û Tirkiyê, ji ber ku rejîma Iraqê piştî têkçûna li Kuweytê, mixabin sûd ji çend qelîştekan wergirt di rêkeftina Sefwanê de, paşmayê artêşa xwe ji bo tepeserkirina serhildana xelkê Başûr bikar anî û 3 firqeyên zêrevanên komarê jî anîbû Kurdistanê.

Wê demê xelkê Kurdistanê ji wê yekê ditirsiyan, ku careke din bên Enfal û kîmyabarankirin, hemû koçber bûn û berê xwe dan ser sînorê Îran û Tirkiyê, Pêşmerge jî ku ne hêzeke wisa mezin hebû wê demê, ne jî çekeke wisa hebû, qehremanane berevanî kir û li gelek cihan karî li pêş artêşa Iraqê bisekine.

Bi dirêjahiya dîrokê zilmeke zêde li gelê Kurdistanê hatiye kirin, lê salên piştî rejîma Beisê, hikmê rejîma Beis, karesata mezin bi ser gelê Kurdistanê de hat. Wek Enfal, komelkujî û kîmyabaran.

Ew bû biryara 688, biryara dabînkirina navçeya aram, derfeteke zêrîn ji bo gelê Kurdistanê pêk anî, ew metirsî jî heta radeyeke zêde neman û xelk jî vegeriyan ser mal û hale xwe.

Li vir dixwazim wê yekê bi bîra James Baker, Wezîrê Derve yê Amerîkayê bixim, ku havîna sala 1992, ku wê demê em wek şanda opozisyonê çûne Washingtonê û li Wezareta Derve pêşwazî li me kirin, behsa hesta xwe kir ku serdana koçberan kiribû li ser sînorê Tirkiye û got, ew dîmenên ku min dîtin, heta heme ji bîra min naçin, ew qas diltezîn bûn, min çaverê nekir ku bigihijim cihê xwe, her di nav firokeyê de min peywendî bi Serok Bush ve kir û min daxwaz jê kir her çi zû ye karek bê kirin bo ku xelk vegerin ser cihên xwe û parastî bin.

Li vir pêwîst dibînim spasiya Serok Bush û Serok Mitterand û Madam Mitterand, Serok Ozal û Serokwezîr John Major bikim bo wê helwest û wê biryara wêrek ku piştî wê gelê Kurdistanê karî xwe îdare bike û sazî û dezgehên hikûmî damezrîne û hilbijartin bike û parlamento û Hikûmeta Herêma Kurdistanê damezrand û Kurdistan bû stargehek bo hemû lêqewimiyan û têkoşerên Iraqê.

Herwiha pêwîst dizanim, spasiya General Garner û wan efseran bikim ku wê demê li gel bûn, ji wan General Jim Jonas, General John Abizaid, Colonel Nap û hemû wan efserên welatên din ku hevpeyman bûn û hatin navçeya aram damezrandin.

Niha jî gelê Kurdistanê negihiştiye hemû armancên xwe û qonaxa dawî, hê jî metirsiyeke gelek mezin heye li ser Herêma Kurdistanê, dawakar im ew piştevanî û piştgirî berdewam be. Dawakarim jî parastina xelkê Kurdistanê di ewlewiyeta we de be.

Careke din gelek spas, spasiya Nûnertiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî dikim ji bo pêkanîna vê derfetê. Spas.”

 

 

McGurk: Biden peywendiyeke dîrokî li gel Herêma Kurdistanê heye

Rêkxerê Rojhilata Navîn li Encûmena Ewlekariya Amerîkayê Brett McGurk got, “Biden peywendiyeke dûr û dirêj li gel Iraq û Herêma Kurdistanê heye û got jî, “Em bi demokrasiya li Herêma Kurdistanê dilxweş in.”

Rêkxerê Rojhilata Navîn li Encûmena Ewlekariya Amerîkayê Brett McGurk jî ji Koşka Spî beşdarî webnara taybet li ser `Herêma Nefirînê` bû û gotarek pêşkêş kir.

McGurk di gotara xwe de destpêkê kêfxweşiya xwe li ser sazkirina wê webnara taybet li ser `Herêma Nefirînê`anî ziman û bibîr xist, Biden ku Serokê Amerîkayê ye, “Peywendiyeke dûr û dirêj li gel Herêma Kurdistan û Iraqê heye.”

Brett McGurk tekezî li ser girîngiya biryara Encûmena Asayişê û NY kir û wek proseyeke mezin binav kir û got, “Biryara Encûmena Asayişê û NY rewşeke baş peyda kir ji bo dirustkirina navçeyeke aram ji bo Kurdistanê.”

Brett McGurk behsa wê jî kir, “Xelkê Kurdistanê sala 1991ê rûbirûyî krîzeke mirovî ya mezin bûn” û “Pêwîstiya xelkê Kurdistanê bi alîkariyeke mezin hebû.”

Brett McGurk diyar kir, “Ew alîkariya mirovî ku wê demê hate kirin bû derfeta dirustbûna peywendiyeke stratejîk di navbera herdu aliyan de.”

Brett McGurk ji bo berpirsên Herêma Kurdistanê jî got, “Li rêveberiya Amerîkayê hejmarek ji dostên we hene.”

Di dewama gotara xwe McGurk, bûyerên sala 1991ê wek “destpêka qonaxeke nû” binav kirin û tekez kir, “Em bi demokrasiya li Herêma Kurdistanê dilxweş in.”

Rêkxerê Rojhilata Navîn li Encûmena Ewlekariya Amerîkayê McGurk axaftina li ser vê rewşa taybet wek “gelek girîng” binav kir û derbarê rewşa Iraqê de jî got, “Amerîka tekeziyê li ser wê yekê dike ku Iraq cihê pêkvejiyanê be.”

Wezîrê Derve yê Amerîkayê yê berê: Kurdistan çîrokeke serkeftinê ye

James Baker, wezîrê derve yê Amerîkayê yê wê demê ku sala 1991an serdana ser sînorê Başûr û Bakurê Kurdistanê kir û şahidhalê wan bûyeran bû û daxwaz ji serokê wê demê yê Amerîkayê kiribû ku bi hawara Kurdan ve biçe, di konferansa online de gotarek pêşkêş kir û behsa wê kir ku Kurdan çawa sûd ji navçeya aram dîtin.

Wezîrê Derve yê Amerîkayê yê berê James Baker dibêje, “Kurdistan çîrokeke serkeftinê ye li nav Iraqê. Kurdistan niha ew navçe ye li Iraqê ku bûye stargeha çewsêneran. Herwiha serkeftineke aborî ye jî.”

James Baker dibêje, “Kurdistan di xwebirêvebirinê de serkeftî bûye li ber çavgirtina wê serxwebûna sînordar ku heye. Bê guman hevrêyeke zor baş a Amerîkayê ye. Tiştek dilgiranker e ku em encamên hevşêweyê wê li navçeyên din ên Iraqê nabînin.”

 

 

Beyan Samî Ebdulrehman: Kurdistanê li nav Kongresa Amerîkayê piştevaniyeke berfireh heye

Nûnera Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Washingtonê tekez dike, Amerîka û Herêma Kurdistanê hevpeymanên hev in û got, “Kurdistan xweşbext e ku li nav Kongrêsa Amerîkayê piştevaniya dualiyane û berfireh heye.”

Nûnera Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Washingtonê Beyan Samî Ebdulrehman, li webnara bîranîna 30 saliya `Herêma Nefirînê` gotarek pêşkêş kir.

Nûnera Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Washingtonê got, “Em îro bi hev re bîranîna 30 saliya karekî diyar ê mirovî dikin ku wek `operasyona dabînkirina aramiyê` naskirî ye.

Beyan Samî Ebdulrehman amaje bi wê kir, “Ev kar ji aliyê Amerîka, Brîtanya û Fransayê ve serpereştiya wê hat kirin. Wî Karî bi sedan hezar kes ji xelkê Kurdistanê rizgar kir ku ji ber tirsa êrişa tawankar a hêzên di bin desthilata Sedam Husên de sala 1991an reviya bûn.”

Di dewama gotara xwe de Beyan Samî Ebdulrehman tekez kir Kurdistan û Amerîka hevbeşên hev in û got, “Me behayên hevbeş di warên rêzgirtina li demokrasiyê, mafên mirov û azadiya olî de hene.”

Nûnera Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Washingtonê got jî, “Kurdistan xweşbext e ku li nav Kongrêsa Amerîkayê piştevaniya dualî û berfireh heye.”

Beyan Samî Ebdulrehman amaje bi wê kir ku wê demê xelkê Kurdistanê gelek qurbanî dan û jiyana xelkê têk çûbû û got jî, “Li vir girîng e em rola Pêşmerge û serkirdayetiya Kurdistanê bilind binirxînin ku di wê demê de wek Bereya Kurdistanî naskirî bû.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst