'Kurdistanê li nav Kongresa Amerîkayê piştevaniyeke berfireh heye'

Hewlêr (Rûdaw) - Nûnera Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Washingtonê tekez dike, Amerîka û Herêma Kurdistanê hevpeymanên hev in û got, “Kurdistan xweşbext e ku li nav Kongrêsa Amerîkayê piştevaniya dualiyane û berfireh heye.”

Nûnera Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Washingtonê Beyan Samî Ebdulrehman, li webnara bîranîna 30 saliya `Herêma Nefirînê` gotarek pêşkêş kir.

Nûnera Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Washingtonê got, “Em îro bi hev re bîranîna 30 saliya karekî diyar ê mirovî dikin ku wek `operasyona dabînkirina aramiyê` naskirî ye.

Beyan Samî Ebdulrehman amaje bi wê kir, “Ev kar ji aliyê Amerîka, Brîtanya û Fransayê ve serpereştiya wê hat kirin. Wî Karî bi sedan hezar kes ji xelkê Kurdistanê rizgar kir ku ji ber tirsa êrişa tawankar a hêzên di bin desthilata Sedam Husên de sala 1991an reviya bûn.”

Di dewama gotara xwe de Beyan Samî Ebdulrehman tekez kir Kurdistan û Amerîka hevbeşên hev in û got, “Me behayên hevbeş di warên rêzgirtina li demokrasiyê, mafên mirov û azadiya olî de hene.”

Nûnera Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Washingtonê got jî, “Kurdistan xweşbext e ku li nav Kongrêsa Amerîkayê piştevaniya dualî û berfireh heye.”

Beyan Samî Ebdulrehman amaje bi wê kir ku wê demê xelkê Kurdistanê gelek qurbanî dan û jiyana xelkê têk çûbû û got jî, “Li vir girîng e em rola Pêşmerge û serkirdayetiya Kurdistanê bilind binirxînin ku di wê demê de wek Bereya Kurdistanî naskirî bû.”