McGurk: Biden peywendiyeke dîrokî li gel Herêma Kurdistanê heye

28-04-2021
RÛDAW
Rêkxerê Rojhilata Navîn li Encûmena Ewlekariya Amerîkayê Brett McGurk
Rêkxerê Rojhilata Navîn li Encûmena Ewlekariya Amerîkayê Brett McGurk
Nîşan Brett McGurk Herêma Kurdistanê Kurd Kurdistan Joe Biden Amerîka Herêma Nefirînê Başûrê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rêkxerê Rojhilata Navîn li Encûmena Ewlekariya Amerîkayê Brett McGurk got, “Biden peywendiyeke dûr û dirêj li gel Iraq û Herêma Kurdistanê heye û got jî, “Em bi demokrasiya li Herêma Kurdistanê dilxweş in.”

Îro bi amadebûna Serok Mesûd Barzanî bi boneya 30mîn salvegera ragihandina `Herêma Nefirînê` li Başûrê Kurdistanê konferasek birêve çû.

Konferansa ku demjimêr 17.00 destpê kir, bi şêweyekî online birêve çû. Tora Medyayî ya Rûdawê sponsora medyayê ya konferansê bû û gotar veguhastin.

Rêkxerê Rojhilata Navîn li Encûmena Ewlekariya Amerîkayê Brett McGurk jî ji Koşka Spî beşdarî webnara taybet li ser `Herêma Nefirînê` bû û gotarek pêşkêş kir.

McGurk di gotara xwe de destpêkê kêfxweşiya xwe li ser sazkirina wê webnara taybet li ser `Herêma Nefirînê`anî ziman û bibîr xist, Biden ku Serokê Amerîkayê ye, “Peywendiyeke dûr û dirêj li gel Herêma Kurdistan û Iraqê heye.”

Brett McGurk tekezî li ser girîngiya biryara Encûmena Asayişê û NY kir û wek proseyeke mezin binav kir û got, “Biryara Encûmena Asayişê û NY rewşeke baş peyda kir ji bo dirustkirina navçeyeke aram ji bo Kurdistanê.”

Brett McGurk behsa wê jî kir, “Xelkê Kurdistanê sala 1991ê rûbirûyî krîzeke mirovî ya mezin bûn” û “Pêwîstiya xeklê Kurdistanê bi alîkariyeke mezin hebû.”

Brett McGurk diyar kir, “Ew alîkariya mirovî ku wê demê hate kirin bû derfeta dirustbûna peywendiyeke stratejîk di navbera herdu aliyan de.”

Brett McGurk ji bo berpirsên Herêma Kurdistanê jî got, “Li rêveberiya Amerîkayê hejmarek ji dostên we hene.”

Di dewama gotara xwe McGurk, bûyerên sala 1991ê wek “destpêka qonaxeke nû” binav kirin û tekez kir, “Em bi demokrasiya li Herêma Kurdistanê dilxweş in.”

Rêkxerê Rojhilata Navîn li Encûmena Ewlekariya Amerîkayê McGurk axaftina li ser vê rewşa taybet wek “gelek girîng” binav kir û derbarê rewşa Iraqê de jî got, “Amerîka tekeziyê li ser wê yekê dike ku Iraq cihê pêkvejiyanê be.”

Serok Mesûd Barzanî jî di çarçova webnara taybet li ser `Herêma Nefirînê` gotarek pêşkêş kir spasiya wan welatan kir ku alîkar bûn ji bo pêkanîna navçeya aram.

Serok Barzanî tekez jî ki ku hê jî metirsiyeke gelek mezin li ser Herêma Kurdistanê heye û daxwaz kir “parastina xelkê Kurdistanê di ewlewiyeta” welatên hevpeyman de be.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst