Balyozê Vatîkanê: Em bi girîngî ve li kultura pêkvejiyanê ya li Kurdistanê dinêrin

Hewlêr (Rûdaw) – Balyozê Vatîkanê dibêje, ew “bi girîngî, rêz û hûrmeteke mezin ve helwest û kultûra pêkvejiyan, lêborîn û hevdû qebûlkirina li Herêma Kurdistanê” dinerin. Nêçîrvan Barzanî balkişand li ser rola girîng a Mesîhiyên Herêma Kurdistan û Iraqê û got “Mesîhî pêkhateyeke resen û sereke ya Herêma Kurdistanê ne.”

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro çarşemê, 28.04.2021, pêşwazî li Mîtya Lêskovar Balyozê Vatîkanê yê li Iraqê kir ku piştî destbikarbûnê, cara yekem e bi fermî serdana Herêma Kurdistanê dike.

Li gor daxuyaniya hatiye belavkirin di civînê de, Serokê Herêma Kurdistanê ji bilî bixêrhatin û pîrozbahiya destbikarbûnê, hêviya serkeftinê ji bo wî xwest û dûpat kir ku “Herêma Kurdistanê bi girîngiyê ve li peywendiyên xwe yên li gel Vatîkanê dinêre, her wiha serdana Papayê Pîroz ya li Iraq û Herêma Kurdistanê bi rûdaneke dîrokî da zanîn û hêvî xwest bibê handerê vegerana Mesîhiyan li welatê wan ku ji ber şer û tundiyên salên derbasbûyî, hejmareke zêdeyê wan Iraqê bi cîh hiştine.”

Serok Nêçîrvan Barzanî vekirina Zanîngeha Katolîkî ya li Enkawe wek pêngaveke girîng û erênî da zanîn û tekez kir ku “perwerde bingeha serekiya civakeke baş û pêşketî ye, ji bo wê yekê divê gelek girîngiyê bi kalîteya xwendinê û çanda pêkvejiyan û lêborînê bê dayîn û zanîngeh toreke berfireh peywendiya li gel zanîngehên cîhanê dirust bikin bo ku zêdetirîn sûd ji ezmûna serkeftiyan bibînin û bibin pira peywendî û bihêzkirina pêkvejiyan û lêborîn û hevdû qebûlkirinê.”

Balozê Vatîkanê yê li Iraqê jî spas û pêzanînên Vatîkanê ji bo Herêma Kurdistanê dûpat kir ku “li gel koçberên din ê Iraqê dergeh bi rûyê koçberên Mesîhiyan de vekiriye û balkişan li ser wê yekê jî ku li Vatîkan bi girîngî û rêz û hûrmeteke mezin ve vê helwest û kultûra pêkvejiyan û lêborînê û hevdû qebûlkirina li Herêma Kurdistanê dinêre û spas û destxweşiyê li Serok Nêçîrvan Barzanî û berpirsan û gelê Kurdistanê ya ji bo wê pêşwaziya germa ku li Herêma Kurdistanê li Papayê Pîroz kirin.” 

Serok Nêçîrvan Barzanî balkişand li ser rola girînga Mesîhiyên Herêma Kurdistan û Iraqê û ronahî kir ku “Mesîhî pêkhateyeke resen û sereke ya Herêma Kurdistanê ne û roleke wan ya ber bi çav li xizmetkirin û avakirin û ber bi pêşvebirina Herêma Kurdistanê û bihêzkirina çanda pêkvejiyanê da dibînin. Dûpat jî kir ku ji bo zaminkirina mafê hemû pêkhatên Kurdistanê, li destûra Herêma Kurdistanê da ku mijule tê amadekirin hemû mafên Mesîhiyan û tevahiya pêkhatên olî û neteweyiyan tê parastin.”

Li gor daxuyaniya hatiye belavkirin, rewşa Deşta Nînowa, rewşa koçber û penaberan li Herêma Kurdistanê, pêşhatên şewba Korona û helmeta derziyê, peywendiyên Hewlêr–Bexda, hilbijartin û rewşa Iraqê bi giştî û gefên li ber wê, çend mijareke din ên civînê bûn ku şandeke Dêrê jî têda beşdar bûn.