Mehmet Ocalan naveroka peywendiya Abdullah Ocalan ji Rûdawê re aşkere kir

Hewlêr (Rûdaw) – Mehmet Ocalan, birayê rêberê PKKê Abdullah Ocalan ji Rûdawê re ragihand, Ocalan di pêwnediya telefonî de ji malbatên Barzanî û Talebanî re silav şandin û daxwaz kir, ku di navbera Kurdan de xwîn neyê rijandin û Kurd yekîtiya xwe biparêzin.

Mehmet Ocalan birayê Abdullah Ocalan beşdarî bultena nûçeyan a Rûdaw TV bû û ji Rûdawê re behsa naveroka pêwnediya telefonî ya Ocalan û malbatê kir û ragihand, duh dema nîvro ew çûne Serdozgeriya Komarî ya Rihayê û bi destûra rayedaran bi rêya telefonê li gel Abdullah Ocalan axivîne.

Mehmet Ocalan da zanîn, ku pêwendiya telefonî ya wan bi Abdullah Ocalan re di navbera 20 heya 25 xûlekan dom kir û diyar kir: Ez, kurê min, parêzer û du parlamenter em bi hev re çûn, lê belê tenê ez axivtim. Rê nedan ku yên din biaxivin.

Derbarê rewşa tendirustiya birayê xwe de jî, Ocalan got, rewşa tendirustiya Ocalan pir baş e û wan derbarê belavbûna vîrusa koronayê li cîhanê jî axivîne. Mehemt Oclan amaje bi wê yekê kir, ku Abdullah Ocalan jê re gotiye, di rewşa niha de di aliyê tendirustiyê de ti pirsgirêk li girava Îmraliyê tune ye û nexweşiya koronayê negihîştiyê wê giravê.

Divê Kurd xwîna hev nerijîni û yekrêz bin

Di beşeke din a axavtina xwe de, Mehemt Ocalan ragihand, Abdullah Ocalan di wê peywendiya telefonî de bi piranî derbarê Başûrê Kurdistanê de axiviye û ji bo yekîtiya netewî jî bang li hemû aliyên Kurdistanî kiriye.

Bi gotina Mehmet Ocalan, birayê wî û rêberê PKKê Abdullah Ocalan silavên xwe ji herdu malbatên Barzanî û Talebanî re şandin û daxwaz ji wan kir, ku bo yekîtî û yekbûna Kurdan hewlên xwe bidin.

Mehmet Ocalan herwiha diyar kir, Abdullah Ocalan têkildarî rewşa Zînî Wertê jî axivî û dilgiraniya xwe ji aloziyên li wê deverê nîşan da û daxwaza yekrêziyê ji aliyên Kurdî kir.

Mehmet Ocalan got: “Ji birêz Barzanî re, ji Nêçîrvan Barzanî re û ji malbata Talebanî û kesayetên ku ji bo Doza Kurdî têkoşînê dikin, ji her kesî re silavên xwe hebûn. Parçeyek jî Qendîl bû, min jê re got ku li wê derê di navbera PKKê û Pêşmerge yanî PDK, Başûrê Kurdistanê de pirsgirêk heye, wî got, dewletên biyanî û hêzên navnetewî dikarin wê yekê bikin, lê pêwistiya Kurdan bi yekîtiyê heye, got ku li çar parçeyan pêwîstiya Kurdan bi yekbûnê heye. Hêzên navnetewî dibe ku ji hinekan re bêjin, eger hûn kurdên wê derê tune bikin, em dê ji we re dewletekê ava bikin, Wî got ku ew 100 sal e wî tiştî dibêjin, lê nakin. Hêzên navnetewî li gor berjewendiyên xwe Kurdan bikar tînin û ev yek jî nerast e. Wî got, ihtiyaciya Kurdan bi yekbûnê heye, û eger wisa nekin, dê yek bibe pariyê taşte, yek yê firavûnê û yekî din jî dê bibe pariyê şîvê. Yanî pêwîstî bi yekbûna Kurdan heye.”

Bi gotina Mehmet Ocalan, Abdullah Ocan di vê peywendiya telefonî de amaje bi têkiliya xwe û Idrîs Barzanî kir û diyar kir: “Ocalan ji min re got, di sala 1982an de min û rehmetî Idrîs Barzanî protokoleke 10 madeyî îmze kiribû, û ew protokol jî ji bo wê bû ku di navbera Kurdan de xirabî û kuştin çênebe û xwîn nerije. Wî got, me bi Idrîs Barzanî bavê Nêçîrvan Barzanî re ew protokol îmze kiribû. Herwiha got, ku divê malbata Barzanî, Nêçîrvan Barzanî jî û Mesûd Barzanî jî, herwiha malbata Talebanî û kesayetên din jî yekîtiya Kurdan ava bikin. Behsa Qendîlê jî kir û got, ku divê Qendîl jî bo yekbûna Kurdan, danûstandinê bi hev re bikin û gerek xwîna Kurdan neyê rijandin.Wî got, eger Kurd winda bikin dê bi hev re winda bikin.”

Duh Boruya Hiqûqê ya Asrînê di daxuyaniyekê de aşkere kir, ku piştî 21 salan bo yekemîn car rêberê PKKê Abdullah Ocalan bi rêya peywendiyeke telefonî bi malbata xwe re axiviye.