Mamostayekî misilman çend keçên Êzidî fêrî nîgarkêşanê dike

Hewlêr (Rûdaw) - Mamostayekî misilman ên hunerê ciwan, çend keçên Kurdên Êzidî fêrî nîgarkêşana li ser tabloyan dike.

Li Kampa Şarya ya Duhokê di salên 2017 û 2019an de xuleke nîgarkêşana ji bo hejmareke keçên Kurdên Êzidî hat vekirin. Di kursê de 14 keç û jinên Kurdên Êzidî beşdar bûn ku ew piştî êrişa DAIŞê bo ser Şingalê ji wî bajarê koçber bûne.

Nîgarkêş û mamosteyê hûnerê ciwan Beyar Mihemed ku misilman e, ew xul bi alîkariya saziyeke navnetewî vekiriye.

Derbarê kursê de Mamosteyê Peymangeha Hunerên Ciwan Beyar Mihemed dibêje ew projeyeke navnetewî ye û Brîtanya piştgiriya wan dike ku ji keç û jinên Kurdên Êzidî re bibin alîkar.

Beyar Mihemed da zanîn ku wan bi destûra rêveberiya Kampa Şaryayê ew keç û jinên Kurdên Êzidî bo xula fêrkirina  nîgarkêşanê wergirtine û wan du xul vekirine, lê niha ji wan te ti piştgirî nayê kirin.

Bi gotina Mihemed, yek ji sereke mebesta wan vekirina xula fêrkirina nîgarkêşanê ji bo guhertineke erênî li ser derûniya keç û jinên Kurdên Êzidî bike û wan bi rêya hunerê hinek azar û êşên wan kêm kiriye.

Yek ji beşdariyên xula fêrkirina nîgarkêşanê Feyza dibêje wê di sala 2017an de dest bi dewreya yekemîn kir û du salan dewre birêve birine.

Feyza herwiha diyar kir ku ew niha fêrî çêkirina tabloyan bûne û dixwazin li ser wî karên xwe berdewam bin.

Yek ji beşdariyan jî diyar kir ku wê ew hestên xwe yên nedikarî bi gotinan bîne ziman wê bi tabloyan aniye ziman û gelek sûd ji kursê wergirtine û bandoreke erenî li ser derûniya wan jî bûye.