Sûlava Bêgiriyê ji zibil hat paqijkirin

28-04-2019
RÛDAW
Xwendekarên Zanîngeha Yuzuncu Yil a Wanê, kampanyayek bo paqijkirina derdora Sûlava Bêgiriyê dan destpêkirin (Wêne: AA)
Xwendekarên Zanîngeha Yuzuncu Yil a Wanê, kampanyayek bo paqijkirina derdora Sûlava Bêgiriyê dan destpêkirin (Wêne: AA)
Nîşan Wan Bêgiriyê Sûlav Zanîngeha Yuzuncu Yil a Wanê Komeleya Ahbap
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Endamên Komeleya Ahbap ku di çarçoveya Zanîngeha Yuzincu Yil a Wanê de çalakiyên xwe dikin, kampanyayek bo komkirina zibil ji derdora Sûlava Bêgiriyê dan destpêkirin ku her sal bi hezaran kes serdana wê dikin.

 

Çil xwendekarên Zanîngeha Yuzuncu Yil a Wanê ku endamê Komeleya Ahbap in, kampanyayek bo paqijkirina derdora Sûlava Bêgiriyê (Şelaleya Mûradiye) dan destpêkirin û ziblê li wan deran hatibû avêtin kom kirin.

 

Xwendekaran ziblê li derdora sûlavê xistin torbeyan û birin navenda ku ku zibil lê tê komkirin. Xwendekaran herwiha daxwaz ji geştyaran kirin ku dema serdana vê derê dikin, jîngehê pîs nekin û hinekî li beramber jîngehê hestyar bin.

 

Sûlava Bêgiriyê, 100 kîlometre dûrî bajarê Wanê yê Bakurê Kurdistanê, 8 kîlometre jî dûrî navçeya Bêgiriyê  (Mûradiye) ye. Havînê bi coş û şînkahiya xwe û zivistanê jî bi dîmenê xwe yê cemedê, gelekî balê dikşîne. Sûlav, 30 metre bilind e û li ser çemê Bendîmahi ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst