Li Xerpêtê ji ber metirsiya herikîna erdê 510 mal û dikan hatin valakirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Madenê ser bi bajarê Xarpêtê yê Bakurê Kurdistanê, ji ber metirsiya herikîna erdê 278 mal û 232 dikan û cihên kar hatin valakirin.

 

Demek dibe keş û hewaya bajarokê Madenê yê Bakurê Kurdistanê ne cîgir e û herikîna erdê jî yek ji wan metirsiyan e ku xelk nîgeran kirine.

 

Roja Înê 26ê Nîsana 2019ê, Walîtiya Xarpêtê fermana valakirina 278 mal û 232 dikan û cihê kar dabû ku metirsiya herikîna erdê li ser wan heye yan ji ber herikîna erdê zerar gehiştiye wan.

 

Piştî wê biryarê, welatiyan dest bi komkirina kel û pelên xwe kirin û hino hino navçeyê vala dikin. Qeymeqamiyê çend avahî destnîşan kirine daku welatiyên malên xwe bicîh hiştine bi awayekî demkî li wan bicîh bibin.