Hevserokê HDPê ji bo Abdullah Gul: Ma tu nawêrî bibî namzed?

28-04-2018
Nîşan HDP Hilbijartinên Tirkiyê Sezaî Temellî Abdullah Gul
A+ A-

Navenda Nûçeyan Hevserokê HDPê Sezaî Temellî rexne li daxuyaniyên Abdullah Gul girt, ku gotibû “Ji ber lihevkirineke berfireh nîne ez nabim namzedê serokomariyê” û ragihand: “Tu li hêviyêyî em werin ba hev û îradeya xwe radestê te bikin. Ma tu nawêrî? Derbikeve û bi xwe dengan bistîne.”

 

 Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sezaî Temellî li Sêrtê serdana rêxistina partiya xwe kir.

 

Di dema serdanê de parlamenterê HDPê yê Sêrtê Qedrî Yildirim, Parlamentera Batmanê Saadet Becereklî, parlamenterê Amedê Nîmetullah Erdogmuş û serokê berê yê şaredariya Sêrtê Selîm Sadak jî amade bûn.

 

Sezaî Temellî piştî serdanê ji rojnamevanan re axivî û diyar kir, ku hilbijartinên vê carê yên serokomarî û parlamentoyê pir giring in.

 

Derbarê namzednebûna serokomarê 11emîn ê Tirkiyê Abdullah Gul de Temellî wiha got:

 

“Birêz Gul gotiye, ku ew nabe namzed. Çima? Ji ber ku hemû kes nehatiye ba hev. Baş e begê me. Tu dê bi fermê û em ê jî werin cem hev, îradeya xwe radestê te bikin. Ma tu nawêrî? Tu bi xwe rabe bibe namzed.”

 

Sezaî Temellî herwiha diyar kir, ku ew namzedê ku li ser bazariyên siyasî bikevin pêşbirka hilbijartinan serkeftî nabin û got: “Me got bila hemû kes bi namzed û dengê xwe bikeve hilbijartinan. Bila opozîsyon bibe xwedî bereyeke berfireh. “

 

 

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst